07:41 24 Nîsan 2018
    Bînalî Yildirim

    Serokwezîrê Tirkiyeyê: Kengî pêwîst bibe, operasyon dê li 'bakurê Iraqê' pêk were

    © AP Photo / Eckehard Schulz
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim ragihand ku kengî pêwîst bibe, dê operasyona leşkerî li "bakurê Iraqê" pêk were.

    Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşogluyî duh gotibû, "Em dê bi Iraqê re operayoneke hevpar ya dersînorî li dar bixin."

    Serokwezîrê Tirkiyeyê îro li ser vê mijarê axift û got: "Herdem, kengî pêwîstî bi operasyonan li bakurê Iraqê çêdibe, wê çaxê operasyon tên lidarxistin. Em di vê mijarê de temaseke nêzîk bi Hikûmeta Iraqê re heye. Çi jinavbirina bi temamî ya DAIŞê li herêmê çi jî jinavbirina PKKê… Em hêvî dikin ku di demeke nêz de, di serdemên bê de hevkariyeke baş bi pêş de bixin."

    Çavuşoglu di dema serdana xwe ya li Nemsayê de axivîbû û gotibû, "Operasyona Efrînê dê heta meha Gulanê biqede. Li Iraqê jî dê li dijî PKKê operasyona dersînorî were lidarxistin û ev operasyon dê bi hevkariya Iraqê were lidarxistin. Ger operasyona Efrînê neqede jî, em dikarin herdu operasyonan bi hev re bimeşînin.

    Bi heman mijarî:

    Şanda jinên Kurdistanê: Ew berxwedana ku li Efrînê heye di dîrokê de nebuye
    NY: Li Efrînê agirbest tê binpêkirin
    Esad: Êrîşa Tirkiyeyê li ser Efrînê, baweriya bi Enqereyê nepêkan dike
    Bozarslan: Kurdan li Efrînê serkeftineke mezin nîşan da
    Dujarric: Ti têkiliya NYyê bi rêveberiya Efrînê re nîne
    Pentagon: Gelek şervan çûn Efrînê, şerê DAIŞê hat rawestandin
    'Tirkiyeyê gundê Firerî yê Efrînê bombebaran kir: 2 mirî û 8 birîndar'
    Etîketan:
    Binali Yildirim, Mevlut Çavuşoglu, Nemsa, Tirkiye, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de