06:01 22 Nîsan 2018
    Kemal Kiliçdaroglu

    Kiliçdaroglu: Ewlehiya can û malê ti kesî nemaye

    © Foto : CHP
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di axaftina xwe de hikûmet rexne kir û ragihand ku dareza ketiye bin îpoteka îqtîdarê û ewlehiya can û malê ti kesî nemaye.

    Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di axaftina xwe ya kurultaya guharÎna rêziknameya partiyê de hikûmet rexne kir û got: "Dareza ketiye bin îpoteka îqtîdarê û ewlehiya can û malê ti kesî nemaye."

    Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di axaftina xwe de got: "Îro li Stenbolê dozeke pir girîng heye. Doza rojnameya Cumhuriyetê. Bi awayekî bêheqî Ahmet Şik 434, Akin Atalay 495 û Murat Sabuncu 495 roj in girtîne. Bi dozeke sunî û bi îdîanameyên sunî ev heval zêdetirî salekê ye girtîne. Em hêvî dikin îro ev heval werin berdan û vegerin ser karê xwe."

    Kemal Kiliçdaroglu di axaftina xwe de got: "Îro li Stenbolê dozeke pir girîng heye. Doza rojnameya Cumhuriyetê. Bi awayekî bêheqî Ahmet Şik 434, Akin Atalay 495 û Murat Sabuncu 495 roj in girtîne. Bi dozeke sunî û bi îdîanameyên sunî ev heval zêdetirî salekê ye girtîne. Em hêvî dikin îro ev heval werin berdan û vegerin ser karê xwe."

    ‘AKADEMÎSYENÊN KU DAXWAZA AŞTIYÊ KIRIN HATIN QEWIRANDIN'

    Kiliçdroglu di berdewamiya axaftina xwe de got: "Em li welatekî ku nivîskar, akademîsyen, parlamenter, şagirt û parêzer di girtîgehê de ye ne. Ji bo ku daxwaza aştiyê kirin bi 100an akademîsyen ji zanîngehê hatin qewirandin. Em ê vê ji bîr nekin. Di girtîgehan de cih nemaye. Em li Tirkiyeke ku zanîngehên wê têne bêdengkirin dijîn. Wê Destûra Bingehîn biguhere divê herî zêde zanîngeh biaxivin, lê mixabin bêdeng in. Em li Tirkiyeke kumafê parlamentoyê hatiye xespkirin dijîn."

    Serokê CHPê di dirêjiya axaftina xwe de got: "Em li welatekî ku sûcdar ne dadger otoriteya siyasî diyar dike dijîn. Dareza jî wekî demokrasiyê di binê dagirkeriyê de ye. Em di sala 21emîn de dijîn, lê demokrasi di bin dagirkeriyê de ye. Êdî însan nikarin bi hêsanî bêhna xwe vedin û nêrînên xwe der bikin. Li welatekî ku gund, navçe û bajarê wê rewşa awarte tê sepandin dijîn. Di 21ê Tîrmeha 2016an de serî li Neteweyên Yekbûyî dan û dinyayê re gotin êdî em ê darezayeke adîlane nekin. Di vê pêvajoyê de ewlehiya can û malê ti kesî nemaye."

     

    Agahî tên…

    Bi heman mijarî:

    CHP: Leşkerên me têne kuştin û sûriyeyî jî kêfa xwe dikin
    CHP ji bo tifaqê bi IYI Parti re hevdîtinek pêk anî
    CHP: Em ê tifaqeke bihêz ava bikin
    CHP: Bila çek rawestin û dayik negirîn
    CHP: Helwesta Amerîkayê ya li hemberî YPGê dikare bibe sedema perçebûna Sûriyeyê
    CHP: Efrîn ne leystoka AKPê ye
    Etîketan:
    CHP, Kemal Kiliçdaroglu, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de