17:41 22 Nîsan 2018
    Hevseroka KCDê Leyla Guven

    Dadgehê cezayê girtîgehê yê Leyla Guvenê betal kir

    © Foto: Kongra Civaka Demokratîk (KCD)
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Dadgehga Îstînafê cezayê girtîgehê yê 3 mehan a Hevseroka Kongra Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guvenê xera kir û biryar da ku ji nû ve wê bê darizandin. Doz di 8 Gulanê de wê li Dadgeha Herêmî ya Antebê cardin bê dîtin.

    Komîteya Amadekar a Newrozê - Osman Baydemir, Leyla Guven, Ahmet Yildirim, Ayşe Gokkan
    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş di 25ê Mijdara 2016an de li Merdînê dema ku bi pergala SEGBİSê dihat darizandin, ji aliyê Leyla Guvenê ve wêneyê wî hatibû kişandin û li ser medyaya civakî hatibû parvekirin. Her wiha bi hinceta ku bêyî destur wêne hatiye kişandin derbarê Guvenê de doz hatibû vekirin û 3 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birrîn û ceza jî ji aliyê dadgehê ve nehatibû taloqkirin.

    Parêzerê Leyla Guvenê Reyhan Yalçindag Baydemir, li Dadgeha Herêmî ya Antebê îtîrazî cezayê Dadgeha Asliye ya Mêrdînê kir. Her wiha piştî lêkolîna Dadgeha Herêmî bi biryara yekdengî hikmê cezayê Leyla Guvenê rakirin. Hat ragihandin ku doz di 8 Gulanê de wê li Dadgeha Herêmî ya Antebê cardin bê dîtin.

    Bi heman mijarî:

    Hevseroka KCDê Leyla Guven hat girtin
    Dema binçaviya Hevseroka KCDê Leyla Guven cara sêyem hat dirêjkirin
    Hevseroka KCDê Leyla Guven hat binçavkirin
    Etîketan:
    Mahkeme, Darizandin, Dadgeh, edalet, Gazete Karinca, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de