01:07 26 Nîsan 2018
    Kemal Kiliçdaroglu

    Kiliçdaroglu: Yên ku dibêjin em ê herin Efrînê zarokên xwe naşînin leşkeriyê

    © AFP 2018 / ADEM ALTAN
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 10

    Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di axaftina xwe de ragihand ku yên ku dibêjin em ê herin Efrînê zarokên xwe naşînin leşkeriyê û li ser feqîr û fuqarayan siyasetê dikin.

    Li gor nûçeya Erdem Gulê rojnameya Cumhuriyetê Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu li Kuşadasiya Aydinê di Roja Jinên Cihanê ya 8ê Adarê de ji axaftina xwe de bertek nîşanî siyasetmedaran da û got: "Şovmenên ku kefen li xwe dikin û digerin û dibêjin me jî bibin Efrînê. Yên ku dibêjin em ê bi hev re herin zarokên xwe naşînin leşkeriyê. Li ser zarokên feqîr û fuqarayan siyasetê dikin."

    Kemal Kiliçdaroglu di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ji şer û pevçûnên herêmê herî zêde Tirkiye û Sûriye zirarê dibînin. Divê em polîtîkaya xwe ya derve ji hestan paqij bikin û li ser zemînekî rasteqîn bidin rûniştandin. Eger daxwaza aştî û yekrêziya axa welatên cîran bikin divê hûn vê bikin. Hûn meseleyê tenê bi Beşar Esad ve girê bidin ev mijar çareser nabe. Beriya her tiştî semimiyet divê hebe. Naxwe çi karê we li Soçiyê heye?"

    Bi heman mijarî:

    Kiliçdaroglu ji bo Gergerlioglu got: Emê tu car li hember zulmê stûyê xwe xwar nekin
    Kiliçdaroglu: ‘Erdogan çek şandin Sûriyeyê'
    Parlamenterê Stenbolê: Emrê Kiliçdaroglu ne dirêj e
    Ji Kiliçdaroglu bo Erdogan: Rojbaş Recep beg rojbaş
    Kiliçdaroglu: Divê em bi Esad re peywendiyê deynin
    Etîketan:
    Operasyona Efrînê, CHP, Kemal kiliçdaroglu, Aydin, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de