18:40 19 Nîsan 2018
    Goristana Xerzan ku endamên PKKê lê hatibûn definkirin û bi fermana dozgeriyê ve hatibûn derxistin

    Li Qoserê kêlên gorên PKKyiyan hatin xirakirin

    © Foto : Komeleya Mafê Mirovan
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Hate ragihandin ku li navçeya Mêrdînê Qoserê bi hinceta nivîs û sembolên li ser wan kêlên gorên PKKyiyan hatin xirakirin.

    Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA) li Goristana Mezopotamyayê ya li navçeya Mêrdînê Qoserê gelek kêlên gorên endamên PKKê hatin xirakirin.

    Hat diyarkirin ku piştî fermana Midûriyeta Ewlehiyê ya navenda bajêr tîm çûne goristanê û kêlikên ku li ser wan hindek nîşan û sembol hebûn û herwiha kêlikên ku li ser wan îbareya 'şehîd' hebûn hatine şikandin. Herwiha li gorî heman nûçeyê hindek kêlik ji bi boyaxa şîn hatine guherandin.

    Hêjayî gotinê ye ku demek berê li Bêdlis, Amed û Batmanê jî bi heman hincetê kêlikên gorên PKKyiyan an hatibûne xirakirin an jî hatibûne guherandin.

     

    Bi heman mijarî:

    Kêlên mezelên PKK û YPGiyan hatin guherandin
    Malbatan derbarê guherandina kêlikên xizmên xwe serî li dozgeriyê dan
    Li Diyarbekirê kêlikên tirban guherandin
    Etîketan:
    Goristanên xirakirî, Goristan, PKK, Qoser, Mêrdîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de