21:46 25 Gulan 2018
Recep Tayyip Erdogan û Hesen Rûhanî

Erdogan û Rûhanî re li ser Sûriyeyê axivîn

© REUTERS / Kayhan Özer
Tirkiye
Lînkê kurt
0 02

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan îro bi telefonê bi Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî re axift. Di wê axiftinê de, Xûtaya Rojhilat û Sûriye bi giştî hat nirxandin.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên serokkomariya Tirkiyeyê derbarê axiftinê de dane, di serî de Xûtaya Rojhilat, geşedanên dawî yên li Sûriyeyê hatin gotûbêjkirin. Herdu serokan bal kişand ser biryara 2401ê ya Konseya Ewlekariyê ya NYyê û wan teqez kir ku gelekî giring e, Tirkiye, Îran û Rûsya bi awayekî hevbeş bixebitin da ku agirbesta li Xûtaya Rojhilat bi temamî were sepandin. Herwiha herduyan li hev kir ku divê xebatên sepandina agirbestê werin lezandin da ku alîkariya mirovî bigihêje xelkê û drama mirovî li Xûtaya Rojhilat bi dawî bibe.

Hat gotin ku herdu serokan behsa civîna serokên Tirkiye, Îran û Rûsya kir ku dê meha Nîsanê li Stenbolê pêk were.

Bi heman mijarî:

Xwenîşandana kurdan li Berlinê li dijî operasyona Efrînê
‘Wê Sûriye çekdarên tevî artêşa Tirkiyê şerê Efrînê dikin efû bike’
Karayilan li ser helwesta Tirkiyeyê bo Efrînê daxuyanî da
Etîketan:
KENY, NY, Hesen Rûhanî, recep tayyip erdogan, Stenbol, Rûsya, Îran, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de