01:05 24 Gulan 2018
    hilbijartin

    Nunerên partiyan: Dixwazin ji diziyê re kirasekî hiqûqê çêbikin

    © Sputnik . Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 10

    Hiqûqnas û nûnerên partiyên siyasî têkildarî pêşniyara guhertina qanûnên hilbijartinê ya ku pêşiya guhertina cihê sindoqan, qebulkirina zerfên bêmohr vedike bi fikarin. Endamê Meclîsa Partiyê yê CHPê Yildirim Kaya got: “Ne pêkan e ku ji diziyê re kirasan bibînin, dizî dizî ye. Dixwazin ku ji vê diziyê re kirasek hiqûqê çêbikin.”

    Ji bo hilbijartinên giştî û serokomariyê yên 2019an, di navbera AKP û MHPê de tifaq hat avakirin û partiyên muxalif jî li dijî vê tifaqê di nava hewildanan de ne. AKP û MHP xebateke hevpar dimeşînin û di pêşniyara qanûnî ya ku ji 26 madeyan pêk tê û hinek guhertinên girîng jî di nav de heye pêşkêşî parlamantoyê kirin. Pêşniyara qanûnî ya ku wekî "hevkariya serokomar" tê pênasekirin, der barê naveroka wê de nîqaş dewam dikin. Gelek partî, saziyên sivîl û hiqûqnasan li dijî daxwaza guhertina van qanûnan nerazîbûnên xwe anîn ziman. Tê gotin ku heger ev qanûn di parlamentoyê de werin qebûlkirin û dê bandorek mezin li ser hilbijartinan bike. Gelo ev guhertin dê bandorek çawa bike û li bajarên kurda dê encamek çawa derxe holê? Nûnerên HDPê, CHPê, Partiya Saadet (SP) û hiqûqnasan ev mijar ji Ajansa Spûtnîk Kurdistan re nirxand.

    ‘BARO: GUHERTINA QANÛNÊ PIRSGIRÊKEKE MEZINE Û NE HIQÛQÎ YE'

    Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen têkildarî guhertina qanûnan de wiha axivî: Li gorî guhertinê ji bo ewlehiya hilbijartinan du tişt heye, yek jê dema ku ji aliyê ewlehiyê ve pirsgirêk hebe ew sindoq ne li cihê xwe yê hilbijartinê an li gundeki, dê li cihekî di ew sindoq were daynîn. Li gorî min ev ne tiştek rast e. Li Tirkiyê şert û merc çi dibe bila bibe, herdem sindoq çûye ber lingê gel.

    Ahmet Ozmen Serokê Baroya Amedê
    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Ahmet Ozmen Serokê Baroya Amedê

    Di dema darbeya 12ê Îlonê de jî wiha bû û dema salên 90î de jî wiha bû. Lê niha diguherînin û dibêjin heger pirsgirêka ewlehiyê hebe dê sindoq bibin cihekî din. Ev pirsgirêkek mezine. Ya din jî ‘qebûlkirina zerfên bêmohr e'. Dibêjin heger zerf bêmohr be jî dê were qebûlkirin. Ev mijar di referandûma 16 Avrêla 2017an gelek hat nîqaşkirin. Ev jî ne tiştek rast e û mirova dixe nava fikaran. Çi di qanûnê de were nivîsandin dikarin bêjin ew kanunî ye, lê ev nayê wateya ku hiqûqî ye. 90 sal e ev hilbijartin pêk tên lê tiştek wiha tune bu."

    CHP: DIXWAZIN JI DIZIYÊ RE QILIFEKÎ HIQÛQÊ ÇÊBIKIN

    Endamê Meclîsa Partiyê yê CHPê Yildirim Kaya jî diyarkir ku projeya tifaqa AKP û MHPê ne li gorî berjewendiyê gel e, li gorî berjewendiyên partiya ye. Kaya wiha got: "Heger bixwazin li ser berjewendiya hiqûqekê ava bikin dê ew avahî xera bibe. Ji ber ku xuya ye dê îradeya gel xesp bikin. Ne pêkane ku ji diziyê re qelaf bibînin, dizî dizî ye. Em dîziya dengan ji dema referandumê bi qebûlkirina zerfên bêmohr dizanin. Aniha jî dixwazin ku ji vê diziyê re qelafa hiqûqê çêbikin.

    Endamê Meclîsa Partiyê yê CHPê Yildirim Kaya
    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Endamê Meclîsa Partiyê yê CHPê Yildirim Kaya

    Divê ne parlamento ne jî gelê Tirkiyê destûr nede. Li heremê ya ku ewlehî di astek herî bin de ye guhertinek wiha tune hesibandina îradeya gel e. Armanca wan desthilatdariya ku winda dikin rizgar bikin e. Çi bikin bila bikin ji niha de winda kirine. Êdi li welat aramî nema ye. Li cihanê yên ku li dijî şer derdikevin xelat didin wan lê li vir ceza didin. Dadgeha Bingehîn betal kirine, dadger û dozger teslîm girtine. Emê van tişta hemuyan bi gel re parvebikin."

    SP: HÊVIYA GEL YA HILBIJARTINEKE ADIL BI GUMAN DIKE

    Serokê Partiya Saadetê (SP) yê Amedê Fesih Bozan jî têkildarî daxwaza guhertina qanuna hilbijartinê de fikarên xwe anî ziman. Bozan ev tişt gotin: "Ji niha ve hêviya gel ya hilbijartinek adil bi guman dike. Ji bo hilbijartinek adil divê mirov ji bo îradeya xwe aşkere bike azad be.

    Serokê Partiya Saadetê (SP) yê Amedê Fesih Bozan
    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Serokê Partiya Saadetê (SP) yê Amedê Fesih Bozan
    Dibe ku fikr û baweriya mirovan cuda be, ev cudabun dewlemendiyeke. Me ji bo hilbijartineke adil pêşniyarî li hikumetê kir lê li ber çav negirtin. Divê rexneyên ku têne kirin bi ber çav bigirin. Tiştekî ku bêjin ‘Mi kir û wê weke mi be' nayê qebulkirin. Divê mirov zanibin ku diçin hilbijartine adil. An jî tu wateya hilbijartinê namîne."

    HDP: GUHERTIN TENÊ JI BO SERKEFTINA TIFAQA AKPê Û MHPê YE

    Parlamantera HDPê ya Amedê Sibel Yigirtalp jî ev tişt gotin: "Daxwaza guhertina qanûna hilbijartinê ya YSK tenê ji bo serkeftina tifaqa AKP û MHPê ye û li gorî berjewendiyê herdû partiya ye.

    Parlamantera HDPê ya Amedê Sibel Yigirtalp
    Parlamantera HDPê ya Amedê Sibel Yigirtalp
    Guhertinek wiha tunekirina siyaseta demokratîk e û ji sindoqê derketina herdû partiya ye. Wê zerfên bêmohr werin qebûlkirin, pisûlayên tifaqê were amadekirin û heger li ser pisûleyan şaşiyek bibe dê ew deng ji tifaqê re here. Yanî di her şert û mercan de rêya ji AKPê û MHPê ya derketina ji sindoqê vedike. Ev qet ne demokratîk e. Ji xwe hilbijartinek ku di dema rewşa awarte de were çêkirin ne adil e û ev tifaq û guhertina qanûnan jî qet ne adil e. Heger were qebûlkirin ev ne rewa ye."

     

    Bi heman mijarî:

    Serokên dewletan çawa têne hilbijartin
    Kongreya 3yêm a HDPê: Birêveberiya nû tê hilbijartin
    Di cîhanê de markeya herî biqîmet hat hilbijartin
    Lîsteya hilbijartin a Ebadî dihele: Piştî Heşda Şeibî grûbeke din jî vekişiya
    Etîketan:
    tirk, kurd, hilbijartin, amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de