19:06 20 Nîsan 2018
    Piştî bombebarana balafirên Tirkiyeyê rewşa li Cinderesa girêdayî Kantona Efrînê.

    Li gor daneyên nexweşxaneyan li Efrînê di 24 saetan de 20 sivîl hatine kuştin

    © Sputnik / Mikhail Alaeddin
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, her çiqas derbarê operasyona dijî Efrînê de, ‘Ti kes nikare kuştina sivîlekî îspat bike' bibêje jî, tevî biryara agirbesta Neteweyên Yekbûyî, li Efrîna ku hîn jî operasyonên artêşa Tirkiyeyê berdewamin, di 24 saetan de 20 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

    Li gor daneyên Nexweşxaneya Avrînê di hundirê rojekê de bi piranî jin û zarok 20 sivîlan jiyana xwe winda kirin, 27 kes jî birîndar bûn. Konseya Ewlehiyê a Neteweyên Yekbûyî (KENY) di 24ê Sibatê de ji bo tevahiya Sûriyeyê ‘agirbesta mirovî' îlan kiribû, lê tevî vê biryarê operasyona dijî Efrînê ya artêşa Tirkiyeyê hê jî didome.

    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di komcivîna partiya xwe de derbarê operasyona dijî Efrînê de got, "Ti kes nikare kuştina sivîlekî jî îspat bike". Piştî van gotinan Erdogan ji Efrînê nûçeyên mirina sivîlan hatin. Li gor daneyên Nexweşxaneya Avrînê di 24 saetan de li Efrînê 20 sivîlan jiyana xwe winda kirine. Her wiha di nav kesên ku mirine de pitika 3 mehî ji heye. Nexweşxaneya Avrînê da daxuyand ku di bombebarana balafiran ya li ser gundê Cînderes û Racoyê de, 13ê jê jin, 9 zarok bi tevahî 28 kes giran birîndar bûne û li nexweşxaneyê tên dermankirin.

    Her wiha li gor daneyên nexweşxaneyan û agahiyên rojnamevanan, ji tarîxa 20ê Rêbendanê ku operasyona dijî Efrînê destpê kir û heta niha hejmara sivîlên ku jiyana xwe winda kirine gihaştiye 216an, yên birîndar jî 647 e.

    Bi heman mijarî:

    'Di encama bombebaran artêşa tirk de 3 ji wan zorok 13 sivîl hatin kuştin'
    PYD: Balafiran li Raco, Cindirês û Şerayê sivîl kirin armanc
    Wezareta Tenduristiya Efrînê: 212 welatiyên sivîl hatin kuştin
    Rûsya: Terorîstan li Xûtaya Rojhilat 4 sivîl kuştin
    Etîketan:
    balafir, bombebaran, jiyan, sivîl, Efrîn, Nexweşxaneya Avrînê, Efrîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de