05:05 21 Nîsan 2018
    Ayhan Bilgen

    HDP: Niha di rojeva me de tifaq tuneye

    © Sputnik / Yurdagül Şimşek
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê HDPê Ayhan Bilgen, "Niha di rojeva me de tifaq tuneye, bi namzetê xwe em ê beşdarî hilbijartinan bibin, wê herkes bibinîne, fişarên li ser me di hilbijartinan de wê bi awayekî baş xwe nîşan bide."

    Ayhan Bilgen di civîna çapemeniyê de mijarên di rojevê de nirxand. Bilgen betalkirina parêzbendiya Parlamenterê HDPê yê Muşê Ahmet Yildirim û Parlamenterê HDPê yê Rihayê İbrahim Ayhan bibîrxist û got: "Gotina ku bu sedema xistina parêzbendiya Ahmet Yildirim ‘padîşahê xirbende' di dozek din de bi awayekî din hatiye nirxandin. Her wiha Dadgeha Bilind cezayê ku hatiye dayin jî xira kiriye. Ev jî hevkariya siyasetê û darazê derdixe ber çavan."

    ​Berdevkê HDPê Bilgen derbarê tifaqa partiyan û namzetê HDPê yê hilbijartinên sala 2019an de jî daxuyanî dan û got: "Heke di ankêtan de encamek baş bibînin di hundirê 2 mehan de wê biçin hilbijartinan. Lê ji ber ku encam ne li gor dilê wan e û îxtîmala biserketinê xuya nake û cudabûna fikrên di hundirê AKPê de, wan ji biryara hilbijartina pêşwext dûr dixe."

    Ayhan Bilgen derbarê tifaqê de jî wiha got: "Dikarin tifaqa xwe ava bikin, bi fikir û îdeolojiyê dibe ku nêzî hev bin, lê divê mûhalefetê dizayn nekin û aqil nedin. Niha di rojeva me de tifaq tuneye. Wek HDP em ê bi namzetê xwe beşdarî hilbijartinan bibin û wê herkes bibinîne, fişarên li ser me di hilbijartinan de wê bi awayekî baş xwe nîşan bide."

    Bi heman mijarî:

    ‘Pêkan e HDP û CHP tifaq pêk bînin'
    Şirketa Rûsya û Amerîkayê di qada nûkleerî de tifaq çêkirin
    HDP ji bo tifaqê çi difikire, wê di nava blokan de cih bigre an na?
    Şandeya HDP-DBPê çû serdana PAKê
    HDP du rojan beşdarî xebatên Parlamentoya Tirkiyeyê nabe
    HDP: Me hêviyên xwe yên pêvajoya çareseriyê winda nekiriye
    Etîketan:
    parti, Tifaq, Hilbijartin, HDP, Ayhan Bigen, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de