04:15 20 Nîsan 2018
    HSD

    Tirkiyeyê ji bo hêzên HSDê yên diçin Efrînê: Divê hevalbendên me têkevin dewreyê

    © REUTERS / Rodi Said
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 04

    Berdevkê Serokkomariya Tirkiyeyê Ibrahim Kalim li ser hêzên HSDê yên ku duh hatibû ragihandin, dê biçin Efrînê daxuyaniyek da û got, "Me hişyariyên xwe dan ji bo wê koma YPGyiyan a ku ji Minbicê bo Efrînê tê şandin. Teqez tê payîn ku hevalbendên me têkevin dewreyê."

    Berdevkê Serokkomariya Tirkiyeyê Ibrahim Kalin civîna heftane ya rojnamevaniyê bi rê ve bir û got ku operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê balê ji ser şerê li dijî DAIŞê nabe.

    Kalin derbarê mijarê de wiha axift: "Geşedanên gelekî dînamîk li qadê çêdibin. Dixwazim bi bîr bînin ku xebateke xurt a MITê di xala kordînasyona li gel ASAyê li qadê çêdibe. Carinan em şiroveyên wiha dibînin ku operasyona Efrînê, balê ji ser operasyona li dijî DAIŞê dibe. Ev têkoşîn li dijî DAIŞê ne asteng e. Ev ji bo welatên rojavayî testek e".

    Duh HSDê ragihandibû ku hinek hêzên xwe ji rojhilatê Firatê dişînin Efrînê û gelek caran rayedarên rojavayî û amerîkî jî ragihandibû ku operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê balê ji ser şerê DAIŞê dibe.

    Li ser mijara çûna hêzên HSDê bo Efrînê jî axift û got: " Me hişyariyên xwe dan ji bo wê koma YPGyiyan a ku ji Minbicê bo Efrînê tê şandin. Teqez tê payîn ku hevalbendên me têkevin dewreyê. Me jî tevdîrên pêwîst ên li qadê wergirtine. Çiqasî bikarin bila hêzan bişînin. Me tevdîrên pêwîst li qadê girtine. Birrijdiya me tekûz e. Divê rêxistina terorê YPG/PYDê hinek dersan ji xwe re derxîne.

     

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    3 hezar û 500 şervanên HSDê yên ku perwerdehiya xwe qedandin: Em amade ne ku biçin Efrînê
    Ji Erdogan ji welatê Afrîka Maliyê daxuyaniya Efrînê
    HDPê ji bo Efrînê bang li Hikûmeta Tirkiyeyê kir
    Xwenîşandana kurdan li Berlinê li dijî operasyona Efrînê
    Îdîaya ku 'nêzîkî 40 milîsên girêdayî Artêşa Sûriyeyê li Efrînê hatin kuştin'
    ‘Wê Sûriye çekdarên tevî artêşa Tirkiyê şerê Efrînê dikin efû bike’
    Etîketan:
    DAIŞ, Efrîn, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de