01:02 21 Nîsan 2018
    Temel Karamollaoglu

    Partiya Saadetê ji bo tifaqê bal kişand ser 3 xalan

    © Sputnik / Saadet Partisi
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 10

    Serokê Partiya Saadetê ya Tirkiyeyê Temel Karamollaoglu li ser gotinên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan yên ji bo beşdarnebûna Partiya Saadetê ya tifaqa hilbijartinê behsa 3 xalan kir û ev wekî uslûba siyasetê, cudahiya hêzên rêveberiyê, astengkirina gendelî û îsrafê rêz kir.

    Serokê Partiya Saadetê ya li Tirkiyeyê Temel Karamollaoglu li ser tifaqa partiyên siyasî ya ji bo hilbijartinên li Tirkiyeyê û mijarên din ên rojevê ji televizyona Haberturkê re axivî. Karamollaoglu di warê tifaqa hilbijartinê de bal kişand ser 3 xalên sereke ku û ev xal wekî uslûba siyasetê, cudahiya hêzên rêveberiyê, astengkirina gendelî û îsrafê rêz kir û got, ger ev tune bin, aşitiya nav welêt ne pêkan e û aşitiya nav welêt neyê pêkanîn, li derve jî ne pêkan e ku tiştek were kirin.

    Temel Karamollaoglu bal kişand ser ku serokomar Erdogan gava bû serokê partiyê, bû sedema cudakirinê û herwisa li ser rêveberiyê jî anî ziman ku îro li holê cudahiya hêzên rêveberiyê nemaye û hemû erk li cem kesekî kom bûye.

    Karamollaoglu herwisa diyar kir ku li welêt bêkarî gelekî zêde bûye û ji sedema vê yekê jî zêdebûna gendelî û îsrafê nîşan da.

    Bi heman mijarî:

    ‘AKP di hersê hilbijartinan de wê têk biçe'
    Serokê PAKê: Tifaqa AKP-MHPê tifaqa şerî ye
    Faik Bulut: AKP-MHP bi sîstema nû ya hilbijartinê dixwaze xwe têxe garantiyê
    Îlhamî Işik: Tifaqa AKP-MHPê li sehayê bi erênî nayê nirxandin
    'Bila AKP navê xwe bike ZKP'
    AKP dixwaze unwana ‘gazî' bide Erdoganî
    Etîketan:
    tifaqa hilbijartinê, Serokê Giştî yê Partiya Saadetê (SP), Temel Karamollaoglu, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de