21:28 24 Nîsan 2018
    Abdullatif Şener

    ‘AKP di hersê hilbijartinan de wê têk biçe'

    © AP Photo / Burhan Özbilici
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Cîgirê Serokê AKPê yê berê Abdullatif Şener di bernameyek televîzyonê de derbarê hilbijartinên sala 2019an de axivî û got, "ne pekan e ku Erdogan di hilbijartinên serokomariyê de biserkeve."

    Cîgirê Serokê AKPê yê berê Abdullatif Şener di Halk Tvyê de beşdarî bernameyekê bû û derbarê hilbijartinên sala 2019an de daxuyaniyên balkêş bilêv kir. Abdullatif Şener da zanîn ku HDP û Partiya Saadetê di hilbijartinên sala 2019an de wê cihekî girîng bigrin. Li gor Şener hilbijêrên ku wê encamên hilbijartinan diyar bikin jî hemwelatiyên kurd yên nedilşad yên AKPyî ne û heke partiyên mûxalefetê şaşiyên mezin nekin Erdogan di tûra duyem de wê têk biçe.

    Abdullatif Şener birbîrxist ku di hilbijartinên sala 2019an de şense AKPê kêm e, "Erdogan herdem behsa vîna gel dike, lê ji ber pênebaweriya vîna gel ya di sindokan de, zêde rehetsiz e. Bi pêşniyaza yasaya tifaqê dixwaze bi bêrêtiyê vîna gel binpe bike. Ez îdia dikim, AKP di hersê hilbijartinên pêş me de wê winda bike. Ti nîşaneyên îhtimala ku hikûmet wê ji hilbijartinekê jî serdest derbikeve tuneye lê bi şertekî ez vê dibêjim, heke mûxalefet şaşaiyek mezin ne."

    Herwiha Cîgirê Serokê AKPê yê berê Abdullatif Şener bi israr li ser sekinî ku Erdogan wê di hilbijartina serokomariyê de winda bike û ne pêkane ku biserkeve.

    Bi heman mijarî:

    Abdullatif Şener: Ez di partiya Abdullah Gul de cih nagrim
    Abdullatif Şener: Dîplomaya Erdoganî ya du salan e
    Parlamenterê almanî ji bo Erdogan û Demirtaş anket çêdike
    Li gorî Gezici Anket kîjan partî çiqas dengan hildide?
    Etîketan:
    serokomarî, parlamento, hilbijartin, AKP, Abdullatif Şener, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de