04:10 20 Nîsan 2018
    Ala Tirkiyeyê hat şewitandin

    Enqere Atîna hişyar kir: Yên ku ala me şewitandine bigrin

    © REUTERS /
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Roja duşemê li Yunanistanê di çalekiyeke protestoyî de bi sedema ku 2 leşkerên yunan ji aliyê Tirkiyeyê ve hatibûn binçavkirin ala Tirkiyeyê hatibû şewitandin.

    Wezareta Derve ya Tirkiyeyê bi sedema şewitandina alê daxuyaniyek belav kir û ji hikûmeta Yunanistanê daxwaz kir ku wan bigre û derxîne pêşberî edaletê.

    Wezareta Derve ya Tirkiyeyê di daxuyaniya xwe de got: "Di 5ê Adarê de li Atînaya paytextê Yunanistanê di çalekiyeke protestoyî de ji aliyê partiyeke nîjadperest ve ala me hat şewitandin. Em şewitandina alê bi dijwarî şermezar dikin."

    Di berdewamiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku em ji meqamên Yunanistanê daxwaz dikin ku di vê bûyera menfûr de faîlên ku ev çalekî bikar anîn divê werin desteserkirin û derkevin pêşberî edaletê.

    Serokê Partiya Hrisi Avgî, parlamenter û hinek endamên partiyê li Atînayê çalekiyek li dar xistibûn û di çalekiyê de ala Tirkiyeyê şewitandibûn.

    Bi heman mijarî:

    Atîna: Tirkiye mafê Qibrisê yê serweriyê ihlal dike
    Ûşakov: Rûsya bihîstiye ku Atîna dixwaze tevlî BRICS bibe
    Atîna dixwaze bi riya parlamento Filistîn danpêdan bike
    Li Atînayê êrîşa bombeyî
    Lehiya Atînayê otomobîl avêtin ser banan
    Etîketan:
    Wezareta Derve ya Tirkiyeyê, Yunanistan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de