08:26 23 Nîsan 2018
    Girtîgeh / Zîndan / Heps

    ‘Li girtîgehê heta ku ji ser hişê xwe çû îşkence li hevserokê DBPê Arslanî kirin'

    © AP Photo / Francois Mori
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 02

    Hate ragihandin ku li Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Ali Arslan ê ku li girtîgeha Rizeyê girtîye îşkence hatiye kirin. Tê îdiakirin ku ji ber ku Arslanî lêgerîna şifîtazi qebûl nekiriye heta ku ji ser hişê xwe çûye gardiyanan îşkence lê kiriye.

    Mehmet Ali Arslan ê girtî serboriyên xwe ji Parêzerên Platforma Azadixwaz (OHP) yên ku serdana wî kirin re got. Aslanî eşkere kiriye ku heşt rojan heman cil li xwe kirine û bo wî destûr nehatiye dayin ku cil bêne şandin.

    Herwiha hevserokê DBPê ji parêzan re gotiye, "Wan ji min xwest ku ez xwe şilfî tazî bikim û wisa min kontrol bikin. Min ev yek qebûl nekir. Paşê li odeyekê bêkamera hemî kesên li odeyê li min dan."

    Parlementerê Wanê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Lezgîn Botan li ser îşkencekirina hevserokê DBPê Mehmet Ali Aslan pirsnameyek da parleman Tirkiyeyê û tê de ji mercên peywendîdar pirsî "Gelo ew gardiyan û birêvebirên îşkence li Aslan kirinhatine tespîtkirin û muameleyên pêwîst hatine kirin?"

    Hevserokê Giştî yê DBPê Arslan 6ê sibatê hatibû desteserkirin û 8ê mehê jî li dadgehê bi hinceta "endamtîya rêxistinê" hatibû girtin.

    Bi heman mijarî:

    Hevserokê Giştî yê DBPê Mehmet Ali Arslan hat girtin
    Hevserokê DBPê Mehmet Ali Arslan li Amedê hate binçavkirin
    Parlamentarê Êlihê Arslan: Têm binçavkirin
    Serokê YARSAVê yê berê Murat Arslan hat binçavkirin
    Serokê berê yê BDPê yê Navçeya Westanê Arslan hat girtin
    Etîketan:
    pirsname, îdia, îşkence, Girtin, Desteserkirin, OHD, PHD, DBP, Lezgin Botan, Mehmet Ali Arslan, Rize
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de