18:31 19 Nîsan 2018
    enqere-dadgeha enqereyê

    Li Enqerê 4 iraqî bi gumana êrîşa balyozxaneya Amerîkayê hatin girtin

    © AP Photo/ Burhan Ozbilici
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî hişyariya ewlekariyê û girtina rojekê ya Balyozxaneya Amerîkayê ya li paytexta Tirkiye Enqereyê, 4 kes bi tohmeta palana êrîşa ser balyozxaneyê hatin desteserkirin.

    Li gor çavkaniyên hikûmeta Tirkiyeyê, 4 kesên hemwelatiyên Iraqê bi tohmeta êrîşa ser balyozxaneya Amerîkayê li Enqereyê bi operasyoneke tîmên Saziya Îstixbaratê MÎTê û hêzên têkoşîna dijî terorê, hatin desteserkirin.

    Hat eşkerekirin ku navê wan kesên bi tohmeta plankirina êrîşê hatine destserkirin, Suheyb Qusey Taga, Fernas Husên A, Omer Şehab Ehmed û Ezher Ebdulkerîm Selman Al B ne.

    Hat ragihandin ku her çar kesên hatine desteserkirin jî hemwelatiyên Iraqê û endamên rêxistina DAIŞê ne.

    Bi heman mijarî:

    Çavuşoglu: Sibe ez dê bi Gabriel re radestkirina Muslim biaxivim
    ‘150 hezar Efrînî ji ber êrîşan neçar bûne koçberî navenda bajêr bibin’
    Şirketeke almanî plan dike ku ‘otomobîlên ku dikarin bifirin' çêbike
    Ryabkov: Em hewil didin bi DYAyê bidin famkirin ku nirxandinên wê yên li ser Xûtayê şaş in
    Rojnamevanên Sûrî yên piştî hevpeyvîna bi Temelli re hatibûn desteserkirin, hatin berdan
    Etîketan:
    Enqere, DAIŞ, Iraq, Amerîka, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de