05:36 22 Nîsan 2018
    Mevlut Çavuşoglu

    Çavuşoglu: Sibe ez dê bi Gabriel re radestkirina Muslim biaxivim

    © REUTERS / Muhammad Hamed
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 03

    Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu derbarê radestkirine Hevserokê berê yê PYDê û Berpirsyarê Peywendiyên Derve yê TEV-DEMê Salih Muslim de got, "Hewildanên me yê ji bo radestirinê bi Çekyayê an jî Almanyayê re sînordar nîn in. Muslim biçe ku derê em dev jê bernadin."

    Wezîrê tirk Çavuşoglu li navenda Giştî ya AKPê pirsên rojnamegeran bersivandin.

    Li ser pirsa bê gelo mekanîzmaya di navbera Amerîka û Tirkyiyeyê de kengî bicive Çavuşoglu got civîna ewil dê 8-9ê Adarê li Washingtonê bê ldarxistin û dê ji wezaretên tirk şandek beşdar bibe:

    ‘MIJARA SEREKE YA HEVDÎTINAN MINBIC E'

    "Di hevdîtinê de em dê bi hûrgilî li ser mijaran biaxivin. Wekî hun jî dizanin mijara sereke Minbic e. Herwiha mijarên têkoşîna li dijterorê û çekên ku bo YPGê hatien dayîn hene. Em dê yek bi yek li ser van mijaran gotûbêjan bikin, binirxînin û teqwîmekê diyar bikin. Dema demderbaskirinê li paş ma. D iwarê baweriyê de ne zelaliyek heye lewra heta gavên berbiçav neyên avêtin ev bawerî nayê sazkirin."

    JI BO HEVDÎTINEKEÊ ÇAVUŞOGLU SERDANA ALMANYAYÊ DIKE

    Çavuşoglu li ser pirsekê derbarê radestkirina Muslim de anî ziman ku di vî warî de hewildan hene û sibê saet 14.30an dê bi Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Sigmar Gabriel re hevdîtinekê pêk bîne.

    ‘EM JI RADESTKIRINA MUSLIM VENAGERIN'

    Çavuşoglu derbirî ku di hevdîtinê de dê radestkirina Muslim jî were rojevê û wiha reng da axaftina xwe:

    "Hewildanên me yê radestirinê bi dewleta Çekyayê an jî Almanyayê re sînordar nîn in. Muslim biçe ku derê bila biçe, em dev jê bernadin. Derheqê wî de bi îdiaya ku berpirsyariya wî di êrişên terorî de kartêkirina wî heye biryarên dadgehan hene. Di vê mijarê de em bi Wezareta Dadê, Navxweyî û Derve bi awayekî koordîne xebatan dimeşînin. Muslim her biçe ku bila biçe em jê venagerin. Em dê ji wan welatê ku lê ye daxwaza radestkirina wî bikin."

     

    Bi heman mijarî:

    'Tirkiye ji Almanyayê daxwaza girtina Salih Muslim kir'
    Salih Muslim: Tenê Rûsya dikare êrîşên Tirkiyeyê rawestîne
    Wê Çekya rastbûn û nerastbûna binçavkirina Salih Muslim lêkolîn bike
    Salim Muslim peyamek weşand
    Salih Muslim ji bo kesên dixwazin wî bidin girtin: Hinekî bisekin, xelat dê mezintir bibe
    Salih Muslim: Ez ne terorîst im, ez siyasetmedar im
    Etîketan:
    daxwaza radestkirinê, Hevdîtin, Salih muslim, Sigmar Gabriel, Mevlut Çavuşoglu, Minbic, Almanya, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de