03:14 23 Nîsan 2018
    Futbol - gog

    Diyarbekirspor 10-1 Kayseri Erciyesspor

    © Sputnik /
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 20

    Kayseri Erciyesspor di Lîga 3em de bi Diyarbekirsporê re hat hemberî hev. Di pêşbirkê de nûnerê Amedê dijberê xwe 10 û 1 têk bir. Bi vî awayî Kayseri Erciyesspor daket Lîga Amator ya Herêmî. Kayseri Erciyesspora ku ji ber aboriya nebaş otel negirt, nîvê şevê ji Kayseriyê bi rê ket û beriya pêşbirkê jî di otobusê de li bendeyi pêşbirkê sekinî.

    Kayseri Erciyesspora bi salan di Lîga Superê a Tirkiyeyê de têdikoşiya di pêşbirka dawî a Lîga 3êm de bi Diyarbekirpsorê re hat hemberî hev û li hemberî tîma Amedê 10 û 1 têk çû.

    Hat ragihandin ku ekîba Kayseriyê ji ber aboriya nebaş nîvê şevê ji bajarê Kayseriyê bi rê ketiye ku li Amêdê otele negrin. Her wiha serê sibêhê rayêdarên kûluba Diyarbekirsporê rastî rewşa ekîbê hatin û pêdivêyên nûnerê Kayseriyê pirsîn e û piştre jî ew birin e taşteyê.

    ​Di pêşbirka ku hat lîstin de Diyarbekirsporê dijberê xwe 10-1 têk bir û bi vî awayî tîma Kayserisporê ji Lîga 3em xatir xwest û ket Lîga Amator ya Herêmî.  Kayseri Erciyesspor, di heyama 2005-2006, 2006-2007, 2013-2014 û 2014-2015an de  di Lîga Superê de têdikoşiya û di dawiya heyama 2014-2015an de jî ji Lîga Superê xatir xwestibû.

    Bi heman mijarî:

    Tîma Amedspor Bodrumsporê têkbir
    Amedspor biryar da ku dernekeve pêşbirka Sivas Belediyespor
    Amedspor li hemberî Kastamonu 1966sporê têk çû
    Amedspor dê di lîga 1. de têbikoşê
    Amedspor antrenorê xwe yê nû diyar kir
    Etîketan:
    Diyarbekirspor, fitbol, gog, lîstik, TFF, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de