02:30 20 Nîsan 2018
    Hevserokê PYDê Salih Muslim

    'Tirkiye ji Almanyayê daxwaza girtina Salih Muslim kir'

    © AFP 2018 / JACQUES DEMARTHON
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 02

    Hevserokê berê yê PYDê Salih Muslim li welatê Çekyayê hatibû desteserkirin û piştre jî hatibû berdan. Hat îdiakirin ku Muslim piştî berdana xwe çûye Almanyayê û li ser vê yekê jî Tirkiye ji Almanyayê daxwaza girtinê û piştre jî teslîmkirinê kiriye.

    Hevserokê berê yê PYDê û Berpirsyarê Peywendiyên Derve yê TEV-DEMê Salih Muslim li ser daxwaza Tirkiyeyê li Çekyayê hatibû desteserkirin û piştrejî hatibû berdan. Muslim piştî berdana xwe çûbû Almanyayê û li wir beşdarî mîtînga ji bo piştgiriya Efrînê bibû û axaftineke kiribû. Hat îdiakirin ku Tirkiye daxwaza desteserkirina Muslim ji Almanyayê kiriye. Hat ragihandin ku Tirkiye plan dike, li her welatî derbarê Muslim de daxwaza desteserkirinê bike. Li gorî nûçeya Gazate Kararê ku li Tirkiyeyê weşanê dike, Tirkiye ji Almanyayê daxwaza desteserkirina Muslim kiriye û pişt re jî ku teslîmê Tirkiyeyê bê kirin, kiriye.

    Li gorî ragihandina rojnameyê; Tirkiye plan dike ku Salih Muslim ji aliyê Balyozxaneyên tirk ve were şopandin û li her welatî derbarê wî de daxwaza desteser kirinê bike. Tirkiye bi vê yekê armanc dike ku Salih Muslim bi rihetî li her welatî nekare bigere.

    Bi heman mijarî:

    Wê Çekya rastbûn û nerastbûna binçavkirina Salih Muslim lêkolîn bike
    Salih Muslim ji bo kesên dixwazin wî bidin girtin: Hinekî bisekin, xelat dê mezintir bibe
    Salih Muslim: Ez ne terorîst im, ez siyasetmedar im
    Di çapemeniya Çekyayê de Salih Muslim
    Tirkiye: Em ê rihetî nedin Salih Muslim
    Etîketan:
    desteserkirin, îdia, Gazete Karar, Salih Muslim
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de