08:21 23 Nîsan 2018
    hilbijartin

    'Kurd dilşikestî bûne, tevgera AKPê li dijî kurdan guherî'

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 20

    Tifaqa cûmhûr ya AKP-MHPê û operasyona dijî Efrînê li ser herêmê wê bandorek çawa pêk bîne? Berpirsê Karên Siyasî yê Tevgera AZADÎyê Sidki Zilan: "Partiyên Kurd heke bibin yek, AKP di hilbijartinan de li herêmê wê bê bandor bimîne. Sedem jî Kurd dilşikestî bûne û tevgera AKPê li dijî kurdan guherî ye"

    Li gor nûçeya Duvarê tifaqa cûmhûr ya AKP-MHPê nîqaşek nû xist rojeva siyaseta Tirkiyeyê. Heta 7ê Pûşberê bandora AKPê li ser hilbijêrên kurd zêde bû û rêjeyek xwedî bi qîmet jê werdigirt. Gelo piştî vê tifaqê encamên hilbijartinan wê çawa biguhere û gotinên derbarê operasyona dijî Efrînê de li ser hilbijêrên kurd wê çawa deng vede? Berpirsê Karên Siyasî yê Tevgera AZADÎyê Sidki Zilan derbarê van pirsan de ramanên xwe anî ziman ku ji sala 2015an û vir de tevgera AKP li dijî kurdan guherî û kurdên oldar ji xwe dûr xist. Zilan wiha axivî: "Kurd bi tenê ne li Kurdistanê dijîn, li her bajarên Tirkiyeyê hene, bi taybetî jî li bajarên mezin dijîn. AKP heta 7ê Pûşberê ji kurdan dengên baş stend. Bi saya kurdan di her hilbijartinan de serkeftin bidestxist, lê ji tarîxa 7ê Pûşberê û vir de piştgiriya kurdan bo AKP kêm bû.

    Her wiha Sidki Zilan ji Amedê mînakek da û wiha domand: "Kurdan, ji Farqînê bigrin hetanî Erxaniyê herdem dengên xwe bêtir dan partiyên ku xwe oldar nişan dan. Mixabin Necmettin Erbakan û Turgut Ozal jî bi ‘Maşallah û Înşallah' deng ji kurdan stendin, ji ber ku kurd mexdûrê Kemalîzmê bûn."

    Zilan da zanîn, kurd di wê baweriyêde ne ku kesên oldar bi edaletin û bêtir pêbawerin, bi vê hişmendiyê kurd hatin xapandin û dengên xwe dan van partiyan. Berpirsê Karên Siyasî yê Tevgera AZADÎyê Sidki Zilan daxuyand ku kurd gellekî dilşikestî bûne. Kiryar û gotinên AKP li dijî kurdan hatin guhertin, hem bi tevgera Tirkiyeyê ya li hember referandûmê kurd dilşikestî bûn, hem jî ji ber gotin û operasyona dijî Efrînê dilşikestî bûn û her wiha tifaqa cûmhûr ya AKP-MHPê û operasyona dijî Efrînê li ser herêmê wê bandorek neyinî bike. Partiyên Kurd heke bibin yek, AKP di hilbijartinan de li herêmê wê bê bandor bimîne.

    Bi heman mijarî:

    Parêzer Zilan: Enqere hemû kurdên PYD, PDK, YNKyî yek dibîne
    Sekreterê Giştî yê Hereketa Azadî Sidki Zilan bi şertê kontrolê hat berdan
    Etîketan:
    AKP-MHP, tifaq, hilbijartin, Sidki Zilan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de