15:37 21 Gulan 2018
    Sûriyeyî

    CHP: Leşkerên me têne kuştin û sûriyeyî jî kêfa xwe dikin

    © REUTERS / Omar Sanadiki
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 02

    Parlamenterê CHPê yê Stenbolê Erdogan Toprak di axaftina xwe de ragihand ku leşkerên me têne kuştin û sûriyeyî jî kêfa xwe dikin. Divê sûriyeyî jî tevlî ASAyê bibin.

    Parlamenterê CHPê yê Stenbolê Erdogan Toprak di axaftina xwe de got: "Divê penaberên sûriyeyî yê di navbera 18-41 salî de tevlî Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) bibibn. Leşkerên me têne kuştin, sûriyeyî jî kêfa xwe dikin 3u dewlet li wan mesref dike."

    Erdogan Toprak di berdewamiya axaftina xwe ya Halk TVyê de got: "Li Tirkiyeyê 4 milyon penaberê sûriyeyî hene. Di nava vî 4 milyonî de 890 hezar însanên ku emre wan di navbera 18-41 de heye. Bila ev sûriyeyî tevlî Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) bibin."

    Toprak di dirêjiya axaftina xwe de got: "Ev çend sal in em van xwedî dikin û mesref li wan dikin, êdî dora notirvaniyê ya wan e. Divê ew welatê xwe rizgar bikin. Divê kêlîk berî kêliyekê werin perwerdekirin û tevlî ASAyê bibin. Ji bo ku ew coxrafya û zimanê pêwendiyê baştir dizanin."

    Bi heman mijarî:

    ‘Wezîfeya seferberiyê ji 800 hezar sûriyeyî re derxînin'
    Ji bo jina sûriyeyî 5, ji bo yê destdirêjî kiriye 18 sal ceza hat xwestin
    Penaberên sûriyeyî çima ji bo welatê xwe şer nakin?
    Rêxistina Mafê Mirov: Welatiyên sûriyeyî li sînor ji aliyê Tirkiyeyê ve têne kuştin
    Welatiyên Sûriyeyî herî zêde koçî kîjan welatî kirin?
    Hejmara xelkê Sûriyeyî li Stenbolê gihaşte 3 milyon û nîvan bû
    Etîketan:
    Penaberên sûriyeyî, CHP, Erdogan Toprak, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de