21:55 19 Nîsan 2018
    Adem Geverî

    Adem Geverî çûna biryargeha leşkerî ya Diyanetê pirs kiriye

    © Foto : Cesîm Ilhan
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Parlementerê HDPê yê Wanê Adem Geverî, di derbarê Diyanetê de pirsnumayek da Parlementoyê. Geverî got ku “çi karê Muşavirê Diyanetê li fermangeha leşkerî heye.”

    Beriya wextek muşavirê Diyanetê Ahmet Beleda çûbû navenda rêvebiriya leşkerî ya operasyona Efrînê. Li wir bi fermandar Ismail Metin re hev dîtin pêk tîne. Ahmet Beleda dibêje ku fermandar gotiye "ev 7 sal e ku ji aliyê Efrînê de yek gulleyek bi vê aliyê de nehatiye."
    Parlementer Adem Geverî vê buyerê wek pirsnumayek bir parlementoyê. Geverî di çarçoveya pirsnumaya xwe de van pirsan kir:

    — Eger ev 7 sal e yek guleyek ji wê aliyê de nehatiye naxwe sedema vê operasyonê çî ye?
    — Gelo dibe ku sedema vê operasyonê di hilnijartinê de zêdekirina dengan be?
    — Ew saziya ku wezifeya wê karên dînî be gelo çi îşê endamên wê li fermangehên leşkerî heye?
    — Piştgiriya Diyanetê ya ji bo şer gelo ne bikaranîna wezifeya xwe ya bi armancek xirab e?

    Bi heman mijarî:

    Parlamenterê HDPê Adem Geverî serbest hat berdan
    Li şûna Orgeneral Adem Hûdûtî Îsmaîl Metîn Temel bû fermandar
    Adem Geveriyê HDPyî ji ber nivîseke Mucahid Bilici rastî lînçkirineke medyayî hat
    Etîketan:
    Operasyon, Diyanet, efrîn, Adem Geverî, tirkiya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de