00:53 21 Nîsan 2018
    Recep Tayyip Erdogan

    'Erdogan ji ber êrîşên li dijî kurdan dikare wekî Miloseviç were dadgehkirin'

    © AP Photo / Burhan Ozbilici
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Mustafa Zengin
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 60

    Keya Îzol diyar kir ku dewleta Tirkiyeyê naxwaze kurd bibin xwediyê statuyeke resmî û di çaçroveya desteserkirina Salih Muslim de got, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan û tîma wî dikarin li Ewropayê werin mahkemekirin. Îzol anî ziman ku Ewropa ji Tirkiyeyê ditirse û ti dadgeh cesaret nake dozê li Erdogan û tîma wî veke.

    Serokê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê Keya Îzol derbarê rojevê de ji bo Sputnik Kurdistanê diyar kir ku wan wekî federasyonê li ser êrîşên dewleta tirk yên li hemberî Efrînê, tehdeyên ku Tirkiye li kurdan dike û bi awayekî neteweperest li dijî kurdan tevdigere gelek daxuyanî dane û got, "Me li vir jî xebatên dûvûdirêj jî daye pêşiya xwe. Helbet ji aliyê yasyayên navneteweyî û heq û hiqûq de ti mafê Tirkiyeyê tune ye ku êrîşê Efrînê bike. Ji ber ku Efrîn ti caran nebûye tehdît ji bo Tirkiyeyê. Bereksê vê yekê Efrîn di pêvajoya şerê nav Sûriyeyê de heta îro bûye wekî herêmê ku xwe biparêze û nekeve şer ma. Gelek kesên ku penaber bûn û ji şer reviyabûn, hatin ji xwe li Efrînê star dîtin. Tirkiye heq û mafê wê tune ye ku êrîşê Efrînê bike, jixwe ti kes jî ne tereftarê vê êrîşê, yanê hemû dinya jî li dijî vê yeke ye lê ji ber ku Tirkiye di rewşeke wisa de ye, bi 3-4 milyon penaberan di destê xwe Ewropayê tehdît dike. Wekî din li Rojhilata Navîn, him li Iraqê him li hundirê Tirkiyeyê, li Bakurê Kurdistanê him jî li Rojava dixwaze bi êrîşên dagirkeriyê rola xwe ya tundiyê dewam bike. Em wekî saziyeke sivîl û demokratîk vê bi tundî şermezar dikin."

    'EWROPA JI TIRKIYEYÊ DITIRSE'

    Îzol diyar kir ku ew wekî federasyonê li Ewropayê di warê êrîşên li ser Efrînê de xebatan dimeşînin û di vê mijarê de got, "Me bi Wezîrê Karên Derve ya Swêdê re peywendî danîne û me jê xwest ku ew jî wekî dewleta Swêdê van êrîşan şermezar û mehkûm bikin. Lê mixabin Swêd û dewletên Ewropayê di vî warî helwesteke baş nişan neda. Ji ber ku ji tirkiyeyê ditirsin ku ew sînorên xwe vebikin û bi wan 3-4 milyon penaberan wan terbiye bike. Ewropa jî berjenweidyên xwe dikin. Em dibînin ku prensîbên giştî û yasayên navdewletî û nirxên mirıavtî binpê bikin an jî ji bîr bikin. Ji bo vê jî dengê xw edernaxin. Berjewendiyên xwe yên delwetî difikirin û Tirkiye jî vê yekê wekî derfet dibîne ku êrîş, tundî û tehdîdê xwe zede bike."

    'LI NAV TIRKIYEYÊ PIŞTGIRIYA JI BO ERDOGAN KÊM BÛYE'

    Keya Îzol li ser armanca Tirkiyeyê ya êrîşên li ser Efrînê got, armanaca sereke dethilatiya Erdogan e, Erdogan dixwaze pozîsyona xwe ya heyî di hilbijartinên sala bê ya seorkomariyê de cihê xwe tekûz bike û wisa berdewam kir: "Erdogan dixwaze du periyodên din, yanê wekî 5 sal 5 sal, heta 10 salên din li ser rêveberiyê be. Lê li hundirê Tirkiyeyê piştgiriya ji bo wî kêm dibe. Loma xwe mecbûr hîskirin ku bi MHPê re tifaqê bike. Diyar e ev jî têrê nake. Yanê MHP û AKP eger bi vî halî têkevin hilbijartinê, her çend li hemberî kurdan dijminatiyeke mezin dewam jî dike, dîsa jî li hundirê Tirkiyeyê piraniya tirkan naxwaze rejîmeke wisa bi kesekî ve girêdayî hebe. Ji ber vê yekê piştgiriya ji bo wan li hundir pir kêm e. Dixwaze wê piştigirya ji bo xwe bêtir bike, ji bo wê jî şerê li Sûriyeyê destpê kir. Ev yek. Ya duyem, naxwaze kurd ne li Iraqê ne jî li Sûriyeyê bibin xwediyê ti statuyeke resmî. Me li Iraqê dît. Her çend peymanên wan yên navdewletî hebûn, peymanên dualî yên petrolê hebûn jî, di meseleya referandûmê de bi Iraq û Îranê re li hev bike, êrîşe Kerkûkê kir û helwesteke pir tûnd nişan da. Heman mesele li Sûriyeyê jî heye. Helbet li Iraq kurdan dixwets dewleteke serbixw ava bike. Lê li Rojava jî rewşa kurdan di aliyê çek û sîlehan de quweteke mezin heye û piştgiriyeke xurt ya koalisyona li dijî DAIŞê jî digire û dixwaze pêşiya vê jî bigir.e Ya sisya jî Tirkiye xwedîtiya cîhadîstan dike. Hemû cîhadîstên ku niha li Iraq û Sûriyeyê şer dikin, navên wan dixwaze bila DAIŞ be, dixwaze bila El Qaîde, El Nûsra an jî ASA be, çavkaniyên hemûyan eynî ye û piranî ji Tirkiyeyê derbas dibin. Tirkiye alîkariya wna dike û di bin kontrola Tirkiyeyê de hebûna wan dewam kir. Navên wan hatin guhertin lê armanca wan eynî bû. Îro jî em dibînin di nava 3 rojan de dikarin 30 hezar cîhadîstên bi navê ASAyê bibe li hemberî kurdên Efrînê bide şerkirin."

    'HEMÛ CÎHAN DIZANE TIRKIYE PIŞTGIRIYA CÎHADÎSTAN DIKE'

    Serokê federayona kurdan Îzol di berdewamiya axaftina xwe de behsa rola hêzên navdewletî yên li Sûriyeyê kir û ev tişt anîn ziman: "Îcar îro li Sûriyeyê ev bazariya ku çêdibe ji aliyêkî ve mesela Rûsya hêj piştgiriya Sûriyeyê dike, aliyê din Îran heye ku piştgiriya Şîa dike, li aliyê din jî Tirkiye heye ku piştgiriya cîhadîstan dike. Ev her sê beş ji xwe re di nava xwe de peymanek çêkiriye û yên li derveyî wan, wekî dewletên rojavayî, Amerîka û Yekîtiya Ewropayê bi piranî ji bo berjewendiyên xwe di wan şeran de ne û hisabên xwe dikin. Aliyên ku hene, hemû alîgirê tiştekî ne. Tirkiye piştgiriya cîhadîstan dike û hemû cîhan jî vê dizane. Em dikarin bibêjin berdevkê cîhadîstan e."

    'DIXWAZIN BI DESTESERKIRINA SALIH MUSLIM PROPAGANDAYA XWE BIKIN'

    Keya Îzol li ser desteserkirina hevserokê berê yê PYDê Salih Muslim jî anî ziman ku ti mafekî wan tunebû tiştekî wisa bikira û got, "Salih Muslim însanekî wisa ye ku bi salan li Tirkiyeyê maye, xwendina xw eli wir kiriy, piştî wê yekê di dema şer de li Enqereyê civîn çêdikir. Hemû hevdu nas dikin. Têkiliyeke germ di nav wan de hebû, heta beriya çend salan. Niha Tirkiye ji Çekyayê dixwaze ku wî bigirin û radetsî wê bike lê Çekya dikare bibêje, beriya 3-4 salan her roj li Enqereyê bû, te wê demê çima negirt? Niha Salih Muslim xwediyê pasaporta Ewropayê ye û hemwelatiyê Sûriyeyê ye. Yanê ne hemwelatiyê Tirkiyeyê ye. Bi rêya bultena sor dixwaze zextê li polîsên înterpolê bike ku, belkî ji aliye prestîj de kesekî wekî Salih Muslim bikeve destê wan û heta çend roj û hefteyan propagandaya xwe bike."

    'YE JI BO SALIH MUSLIM ZEXTEKE MEZIN LI ÇEKYAYÊ KIR'

    Îzol derbirî ku Tirkiye di warî de bi ser neket û li ser sedema vê yekê jî ev tişt gotin: "Ji ber ku Ewropa ji vê yeke re ne amade ye. Me jî li vir ji bo vê yekê xebat kir û me mehkûm kir. Gelek çalakiyên mezin ji bo Salih Muslim hatin lidarxistin. Zextekî mezin ya siyasî ya Yekîtiya Ewropayê jî li ser Çekyayê hebû. Û encam jî li holê ye. Tirkiye bi ser neket û jixwe ne pêkan e ku biser bikeve. Ti dadgeh nikare Salih Muslim mehkûm bike, ji ber ku di destê wan de tiştek tune. Lê hinek dadgeh dikarin Erdogan û tîma wî mehkûm bike. Ji ber ku li hemberî mirovatiyê sûcê şerî dikin, sivîlan dikujin."

    'DADGEHÊN EWROPAYÊ DIKARIN LI ERDOGAN DOZÊ VEKIN'

    Îzol bal kişand ser ku li Ewropayê, li welatên wekî Almanya û Swêdê, ji bo dadgehkirina Erdogan û tîma xebat hatin kirin û got, "Lê piçekî zehmetiya vê heye. Ew dadgehên herêmî yên li Swêdê, Almanya an jî welatekî din yê Ewropayê hene, dikarin dozekê vekin. Li hemberî ew kesên ku mesûliyeta wan li hemberî kuştin û qirkirina kurdan heye dadgeh dikarin biryarê bidin. Me jî xebateke wisa kir lê wekî sazî nabe, divê wekî şexs serî lê were dayîn."

    'DIVÊ TEQEZ MIDAXELEYEK LI ERDOGAN WERE KIRIN'

    Siyasetmedarê kurd Îzol destnîşan kir ku vê derbarê de gelek xebat hene lê welatên Ewropayî cesaretê vê nakin û ev tişt anîn ziman, "Ji bo vê yekê wêrekiyeke mezin lazim e ku dageh vê dozê veke. Ger ku ev prose dest pê bike wê heta Erdogan biçe. Ji ber ku wan din ava 15 salan de çi kirine, wekî dokument hatine qeydkirin. Rojekê ger ev derfet çêbibe, mesela wekî Yugoslavya, wekî Milosevîç dikarin werin mehkûmkirin. Yên tirkan jî dikare wisa bibe. Ji ber ku êdî sînor nas nake. Dinya jî vê qebûl nake û îlim midaxeleyekê çêbibe, an ji aliyê kurdan ve an jî ji aliyê Ewropayê ve."

    'ÇEPÊN TIRKAN BI PIŞTGIRIYA KURDAN MIXALEFETÊ DIKIN"

    Îzol di dawiya axaftina xwe de behsa siyaseta kurdan ya li tirkiyeyê kir û got, "Niha jixwe mixalefeta ku li Tirkiyeyê tê meşandin, mixalefeta kurdan e. Çepê tirkan yên ku xwe bi kurdan ve girêdaye, bi piştgiriya kurdan mixalefetê dikin, hejmara wan gelekî kêm e. Qeweta wan tune ye, yê xwedî qewet kurd in. Kurd jî ji ber pirs û doza kurd mixalefetê dikin. Îcar dewletê xwest rengekî wisa bide, ku HDP gava pêşiyê hat damezirandin jî plan û proje ew bû ku ew qeweta kurdan ya heye di nav civaka tirkan de bê entegrekirin."

    'XWESTIN PÊŞIYA SELAHETTÎN DEMÎRTAŞ BIGIRIN'

    Keya îzol parast ku ev hesabê entgrekirina kurdan bi ser neket û bi van gotinên xwe bal kişand ser rola Selahattin Demirtaş: "Ji ber ku modeleke serokatiya wekî Selahattin Demirtaş tesîreke mezin li ser civaka tirk û kurdan berda. Piştgiriya ji bo wî zêde bû û xwestin pêşiya wî bigirin. Bi dualî aliyan jî xwestin pêşiya Demirtaş bigirin. Ji ber ku bi ti awayî di destê Selahattin Demirtaş de sîleh tune ye lê niha îro di hepsê de ye û nikare siyasetê bike. Kongreya dawiyê jî nişan da ku ew siyaseta li ser kurdayetiyê û daxwaza kurdan her ku diçe kêmtir dibe û dibe wekî partiyeke ku di destpêkê çawa hatibû xwetsin, wisa be. Ew potansiyel dê helandin. Û nêzikî 10 hezar endamên HDPê wekî rehîn di hepsan de ne, ku piraniyên wan jî kurd in. Bedelên mezin ji aliyê kurdan ve tên dayîn lê ew kesên ku dixwazin siyasetê bimeşînin, bi renge tirkiyeyî siyasetê dimeşînin."

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    Îdîaya ku 'nêzîkî 40 milîsên girêdayî Artêşa Sûriyeyê li Efrînê hatin kuştin'
    Xwenîşandana kurdan li Berlinê li dijî operasyona Efrînê
    HDPê ji bo Efrînê bang li Hikûmeta Tirkiyeyê kir
    Ji Erdogan ji welatê Afrîka Maliyê daxuyaniya Efrînê
    Fermandarê YPGê li ser pevçûnên doh û rewşa dawî ya şerê Efrînê ji Sputnikê re axivî
    3 hezar û 500 şervanên HSDê yên ku perwerdehiya xwe qedandin: Em amade ne ku biçin Efrînê
    Etîketan:
    dadgehkirin, Serokomarê Tirkiyeyê, Serokê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê, Recep Tayip Erdogan, Keya Îzol, Efrîn, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de