19:05 25 Nîsan 2018
    Efrîn

    Pentagonê hişyariyeke din da Enqereyê: 'Em ê bi xweşbînî li vê rewşê nenerin'

    © AFP 2018 / DELIL SOULEIMAN
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê Adrian Gallowayî dubare hişyariyên Amerîkayê ji bo operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê dubare kirin û got ku "ew operasyon balê ji ser DAIŞê dibe ku ihtimal heye ew hêzên li dijî DAIŞê şer dikin ji şerî vekişin" û teqez kir ku "dê bi xweşbînî li vê rewşê nenerin."

    Li gorî nûçeya medyaya Tirkiyeyê, Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê Adrian Gallowayî diyar kir ku Amerîka hişyariyên xwe ji bo operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê dubare dike û amaje bi YPGê kir û got, "niha rewşeke wiha li pêşberî me heye ku ihtimala veikişîna hêzên ku li dijî DAIŞê ji şerî heye û em dê bi xweşbînî li vê rewşê nenerin".

    "EM FÊM DIKIN BÊ ÇIMA TIRKIYE VÊ OPERASYONÊ DIKE"

    Galloway bi televizyona El Hurrayê re axiviye diyar dike ku nîgeraniyên Tirkiyeyê fêm dikin û wiha dibêje: Tirkiye tekane welatê NATOyê ye ku serhildaneke terorîstkarî di nava wê de dewam dike û em fêm dikin bê ev operasyon çima tên kirin."

    Rayedarê amerîkî axiftina xwe got ku "divê em piştrast bikin ku tehdîda DAIŞê li Sûriyeyê ji nav çûye û encex eger li ser têkoşîna li dijî DAIŞê bisekinin, ev tişt pêk were".

    "DIVÊ ALIYÊN LI SÛRIYEYÊ NAKOKIYAN LI CENEVÊ ÇARESER BIKIN"

    Di berdewamiyê de Galloway civîna Wezîrê Derve yê Amerîkayê û yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu bi bîr anî û got: "Helbet em ji tundûtûjiya li Efrînê nîgeran in. Em wiha difikirin ku balê ji ser DAIŞê dibe ku tehdîdeke ewlekariyê ya lezgîntir e li herêmê. Em ji bandora nakokiyê ne tenê li ser Efrînê lê ji bandora wê ya li ser sivîlan li tevahiya Sûriyeyê nîgeran in. Divê hemû aliyên li Sûriyeyê tundûtûjiyê kêm bikin û mercan dabîn bikin ku nakokî di rêya Cenevê re werin çareserkirin."

    Bi heman mijarî:

    Ji fermandarê CENTCOMê daxuyaniya Efrînê: Balê ji ser têkoşîna DAIŞê dide hêleke din
    Ji Amerîkayê hişyariya Efrînê bo Tirkiyeyê: Bila biryara agirbestê baş bixwînin
    Tirkiye: Macron di hevdîtina Erdogan de behsa Efrînê nekiriye
    Tirkiyê bersiv da Wezareta Derve ya Amerîkayê: Efrînê ne di çarçoveya agirbestê de ye
    Almanya: Biryara agirbestê ji bo Efrînê jî derbas dibe
    Parlamentarê Swêdî li Efrînê serdana goristana YPG û YPJê kir
    Etîketan:
    DAIŞ, YPG, AmerÎka, Amerîka, Sûriye, Tirkiye, Efrîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de