03:09 23 Nîsan 2018
    Sergey Lavrov

    Lavrov: Bi tenê diyalog dikare dawî li şerê navxweyî yê li Yemenê bîne

    © Sputnik /
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku divê di serî de Neteweyên Yekbûyî (NY) û hemû civaka navdewletî ji bo ku aliyên Yemenî dev ji tundkariyê berdin teşwîq bike. Herwiha Lavrov da zanîn ku Rûsya plan dike ku ji bo Yemenê alîkariya mirovî bike.

    Lavrov ji rojnameya The Reporter Ethiopiayê re axivî û destnîşan kir k uew rewşa leşkerî, po^lîtîk û mirovî ya Etiyopyayê ji nêz ve dişopînin.

    Lavrov, "Ji ber şerê navxweyî, zêdebûna kuştî û birîndaran û tunekirina binesaziyê em dilgiran in. Şerê navxweyî yê li Yemenê ku koalîsyona erebî jî tê de beşdar e û demeke dirêj dewam dike, bi tenê bi rêya diyalogê dikare were çareserkirin."

    Herwiha Lavrv got, "Ji destpêka şerê Yemenê û ta niha em weke Rûsya mijarê dişopînin û bi awayekî asayî bi hemû alîyan re hevdîtinan pêk tînin. Di heman demê de ji bo alîkariya gelê êşkêşikandî yê Yemenê em gavên pratîk diavêjin. Rûsya plan dike ku ji bo Yemenê kargoyeke alîkariya mirovî bişîne."

    Lavrov ji aliyê din ve bal kişande ser kirîn û zêdebûna çekan li Afrikayê û got, "Li rojhilatê Afrîjayê Eritre, Cibûtî, Somalî û Etiyopyayê em nîgeran in."

    Lavrov teqez kir ku ew alîgirê çareseriya aştîyane, polîtîk û dîplomatîk e.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: Divê terorîst weke yên ‘baş' û ‘nebaş' neyên dabeşkirin
    Lavrov, Zerîf û Çavuşoglu li Astanayê dicivin
    Lavrov: Amerîka li dijî Rûsyayê perwerdeya çekên nukleerî dide artêşên Ewropayê
    Lavrov: Rewş ne ji bo sivîlan lê ji bo milîtanan xerab dibe
    Lavrov, Amerîka û hevkarên wê bi 'muxalefeta ku li dij Sûriyê dikin' sûcdar kirin
    Lavrov: Li Xûtayê korîdora mirovî hat vekirin, dema rakirina astengiyên li ser sivîlan e
    Etîketan:
    raswestandina şer, diyalog, alîkariya mirovî, şerê navxweyî yê Yemenê, Sergey Lavrov, Yemen, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de