08:31 23 Nîsan 2018
    Artêşa  Tirkiyeyê - Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) - OSO - TSK

    AA: Artêşa Tirkiyeyê navenda Racoyê kontrol kir, li derdorê şer didome

    © REUTERS / Khalil Ashawi
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 05

    Ajansa Anadoluyê (AA) ragihand ku Artêşa Tirkiyeyê û hêzên girêdayî wê bajarokê Efrînê Racoyê kontrol kirin. YPGê ev îdia red kir.

    Li gorî agahiyên AAyê Artêşa Tirkiyeyê û Hêzên girêdayî wê danê sibehê li hemberî Racoyê yê ku dikeve bakurê rojavayê Efrînê operasyon da destpêkirin.

    Di heman nûçeyê de tê îdiakirin ku beşeke mezin a navçeyê hatiye kontrolkirin. Tê gotin ku li hin deveran di navbera Artêşa Tirkiyeyê û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) şer û pevçûn didomin.

    Li aliyê din ve Yekîneyên Paratina Gel (YPG) îdiaya ku bajarokê Racoyê ji aliyê Artêşa Tirkiyê û hêzên girêdayî wê ve hatiye kontrolkirin red kir.

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Amerîka li Sûriyeyê ji bo parastina terorîstan qadeke parastinê ava kiriye
    Erdogan: Amerîka derbarê Minbicê de pêşniyarek li me kir
    Li Xurmatuyê teqîn: 5 pêşmerge birîndar bûn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de