14:55 19 Nîsan 2018
    Recep Tayîp Erdogan

    Erdogan: Amerîka derbarê Minbicê de pêşniyarek li me kir

    © Sputnik /
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 05

    Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan di çarçoveya serdana xwe de ji bo Afrîkayê, pirsên rojnamevanan berisvand û got: "Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson, di serdana xwe ya dawiyê de ji bo Tirkiyeyê, ji Enqereyê re pêşinyar kir ku Tirkiye û Amerîka bi hev re ewlehiya Minbicê biparêzin."

    Li gorî agahiyên medyaya tirkî Erdogan di serdana xwe ya Afrîkayê de pirsên rojnamevanan bersivandin.

    Li ser pirsekê Erdoganî got, "amerîkî ji dema Obama û vir ve diyar dikin kuli  Minbicê nemînin, ew tînine ziman ku yên li wir derxin û vekişînine rojhilatê Firatê. Ligel di fiîliyatê de soz didin jî YPGê ji wir dernexistin. Trump û tîma wî jî heman tiştî dibêjin lê ev yek nekete meriyetê."

    ‘EM BI HEV RE EWLEHIYA MINBICÊ BIPARÊZIN'

    Erdogan anî ziman ku Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson, di serdana xwe ya vê dawiyê de ji bo Tirkiyeyê, ji Enqereyê re pêşinyar kir, ku Tirkiye û Amerîka bi hev re ewlehiya Minbicê biparêzin.

    Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson
    © AP Photo / Pablo Martinez Monsivais
    "Tillerson di serdana xwe ya dawî bo Enqereyê de got, ‘em YPGê ji Minbicê derxin û Tirkiye û Amerîka bi hev re ewlehiya Minbicê biparêzin' Min wekû bersiv got, ‘Bila ewlehiya Minbicê bi Minbiciyan re be'"

    Berî niha jî Hikûmeta Tirkiyê ji Amerîka xwestibû ku leşkerên xwe ji Minbic bikişîne ku her leşkerekî Amerîkî li Minbic be û cilên YPG li xwe bike, wê bibe hedefa artêşa Tirkiyê bê, piştre Hikûmeta Tirkiyê li ser Amerîka pêşinyar kir, ku YPG ji wê deverê bê derxistin û ew navçe ji aliyê Tirkiyê û Amerîka vê were birêvebirin.

    Bi heman mijarî:

    Li Xurmatuyê teqîn: 5 pêşmerge birîndar bûn
    Amerîka sala bê dê çeka hîpersonîk biceribîne
    ‘Em navê sîngên Melania li çeka nû ya rûsî bikin’
    ‘Dê Amerîka li nêzîkî sînorê Rûsyayê 400 fuzeyan bicih bike’
    Etîketan:
    Çareseriya Pirsa Sûriyeyê, Têkiliyên Amerîka û Tirkiyeyê, Tillerson, Erdogan, Tirkiye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de