16:26 18 Hezîran 2018
girtin-binçavkirin-desteserkirin

Xwediyê dawetê û stranbêjên kurdî stran gotibûn hatin girtin

© Foto: Kirill Kallinikov
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku li navçeya Gungoren a Stenbolê, stranbêjê li dawetê bi kurdî stran gotibûn û xwediyê dawetê bi hinceta ‘propagandaya rêxistina terorê’ hatin girtin.

Kesên bi navê Îhsan Acet, Înayet Şarkiç û xwediyê dawetê Hikmet Akyol ku 18ê Sibatê li salona dawetê hatibûn binçavkirin, derketin pêşberî dadgehê.

Her sê kesên hatibûn binçavkirin, bi hinceta ‘propagandaya rêxistina terorî' kirine ji aliyê dadgeha Sulh Cezayê ve hatin girtin.

Dadgerê dadgehê bi sedema ku delîlên cidî li ser gumanbaran hene û dibe birevin, biryar da ku li girtîgehê bên girtin.

Bi heman mijarî:

The Guardian: Serokên dinyayê çima piştgiriyê didin êrîşa ser Efrînê?
Hevseroka HDPê Buldan: Çîroka min li vê meydanê dest pê kir
Endamê Meclîsa CHPê: AKPê bi pêvajoya aştiyê gelê kurd xapand
'Em bi awayekî zelal dibêjin desteserkirin û girtin rêya çareserîyê dixetimîne'
Ezmanê St. Petersburgê bi sitûnên ronahiyê ve hat xemilandin
Etîketan:
Stenbol, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de