14:52 19 Nîsan 2018
    Hefteya 674an a Dayikên Şemiyê li Meydana Galatasaray - Hevseroka HDPê Pervîn Buldan

    Hevseroka HDPê Buldan: Çîroka min li vê meydanê dest pê kir

    © Foto : Navenda Giştî ya HDPê
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 10

    Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan ku hefteya borî hatibû hilbijartin, di yekem bernameya xwe de beşdarî çalakiya Dayikên Şemiyê ya li ber Meydana Galatasaray a Beygoluya Stenbolê bû.

    Buldan di 674emîn çalakiya Dayikên Şemiyê de, li Meydana Galatasarayê rûnişt û aqûbeta windayan digel beşdaran pirsî.

    Hevseroka HDPê di axaftina xwe ya li dema çalakiyê de bal kişand ser bi awayê faîlê nediyar kuştina hevserê xwe Şavaş Buldan û wiha axivî:

    'DÊ ROJÊN KU DAYIKÊN ŞEMIYÊ YÊN LEŞKERAN MIL BIDIN HEV WERIN'

    "Ev meydan cihê ku çîroka min destpê kiriye ye. Em li vê meydanê bi hev re giriyan û li aqûbeta windayan geriyan. Ji niha şûnde jî dê lêgerîna bo mafan û windayên me berdewam bike. 23 sal in li vê meydanê ev çalakî didome û em nikarin êşên dayikên zarokên xwe dijîn û zarokên wan di şer de bûne qurbanî ji hev cuda bikin. Yên ku bangewaziyên şer dikin, bila mirin û êşê ji dayikên li vê meydanê bipirsin. Li vî welatî tehemula me li mirina ti kesî nîn. Ev welat kirine, welatê dayikên digirîn û bavên darbestên zarokên xwe hêmbêz dikin. Dê ew rojên ku dayikên şemiyê û dayikên leşkeran mil bidin hev werin. Em dê li dijî şer dest bidin hev û heta winda bên dîtin û aştî were têkoşîna xwe bidomînin."

     

    Bi heman mijarî:

    Endamê Meclîsa CHPê: AKPê bi pêvajoya aştiyê gelê kurd xapand
    'Em bi awayekî zelal dibêjin desteserkirin û girtin rêya çareserîyê dixetimîne'
    Ezmanê St. Petersburgê bi sitûnên ronahiyê ve hat xemilandin
    'Amerîka meaşê 36 hezar pêşmergeyan dide'
    Li Tirkiyeyê cara ewil patrîkxaneyek ermenan hat naskirin
    Amerîka: 'S-400 dê bibe sedema sepandina dorpêçan, werin em ji bo alternatîvê bixebitin'
    Etîketan:
    Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de