07:33 27 Nîsan 2018
    CHP mitingi

    Endamê Meclîsa CHPê: AKPê bi pêvajoya aştiyê gelê kurd xapand

    © AFP 2018 /
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 10

    Partiya Komariya Gel (CHP) li Amedê panelek bi sernavê ‘Jiyana wekhevî ya bi hev re’ saz kir.

    Endamê Meclîsa CHPê Yildirim Kaya di panela navborî de axivî û bal kişand ser ku pirsa kurd bi rêbazên leşkerî çareser nabe û got, ‘AK Partiyê gelê kurd bi pêvajoya aştiyê xapand.'

    'HEVDÎTIN LI PIŞT DERIYÊN GIRTÎ BÛN'

    Endamê Meclîsa CHPê Kaya pêvajoya aştî û çareseriyê ya ji aliyê deshilatdariya AK Partiyê ve hatibû destpêkirin bi bîr xist û got, "Hevdîtin li pişt deriyên girtî kirin. Şandeyên heyetên aqilmendan avakirin. Lê qet behsa çawaniya çareserkirina kêşeyê nekirin."

    'FETOYÊ AKP XAPAND, AKPÊ JÎ KURD XAPANDIN'

    Kaya axaftina xwe wiha dewam kir: "Li demeke ku tevahiya Tirkiyeyê li benda hatina rojên aştiyê bû, şaredar û parlamentarên hilbijartî xistin girtîgehan. Hat fahmkirin ku ti niyet û planeke AKPê ya aştiyê nîne. FETOyê AKP xapand, AKPê jî gelê kurd xapand."

    Bi heman mijarî:

    Ezmanê St. Petersburgê bi sitûnên ronahiyê ve hat xemilandin
    'Amerîka meaşê 36 hezar pêşmergeyan dide'
    Li Tirkiyeyê cara ewil patrîkxaneyek ermenan hat naskirin
    Rûsya: Boykota şampiyoneya biatlon ya Amerîkayê, biryarek siyasî ye
    Erdogan: Yên fermana seferberiyê ji wan re hatiye bila ji bo Efrînê amade bin, lê...
    Etîketan:
    Amed, Kurd, CHP, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de