19:18 20 Nîsan 2018
    Mustafa Ozçelik Serokê PAKê

    'Em bi awayekî zelal dibêjin desteserkirin û girtin rêya çareserîyê dixetimîne'

    © Sputnik / PAK navend
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 21

    Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelik îro li Teşkîlata Amedê ya PAKê civîneke çapemenîyê li dar xist. Ozçelik, ‘Dewleta Tirkîyeyê ji dîroka xwe ya 95 salî dersan wernagire. Ev e 95 sal e miletê Kurd tûşî gelek jenosîd, qetlîam, girtin, kuştin, wêranî û penaberîyan bûye; lê ne miletê Kurd ji holê rabûye, ne jî miletê me dest ji doza xwe berdaye''.

    Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelik îro li Teşkîlata Amedê ya PAKê civîneke çapemenîyê li dar xist. Gelek telewîzyon, nûnerên partîyên sîyasî, rewşenbîr, sîyasetvan, endam û alîgirên PAKê beşdarî civîna çapemenîyê bûn. Mustafa Ozçelik di civîna çapemenîyê de derbarê girtina endamê Meclîsa PAKê Mehmet Ermiş û destserkirin û cezayên ku li rêvebir û endamên PAKê hatine kirin de agahdarî da. Ozçelik got: "Dewleta Tirkîyeyê ji dîroka xwe ya 95 salî dersan wernagire. Ev e 95 sal e miletê Kurd tûşî gelek jenosîd, qetlîam, girtin, kuştin, wêranî û penaberîyan bûye; lê ne miletê Kurd ji holê rabûye, ne jî miletê me dest ji doza xwe berdaye''.

    'ÇARESERÎ; DI BIDAWÎANÎNA REWŞA AWARTE, ŞER Û GIRTINAN DE YE'

    Mustafa Ozçelik bangî Dewleta Tirkîyê kir da ku Mehmet Ermiş û hemû girtîyên sîyasî serbest bên berdan û got, ‘Ev siyaseta girtin û hefskirinan ne tu rê ye; ti pirsgirêkan çareser nake. Çareserî di bidawîanîna Rewşa Awarte, şer û girtinan de ye; di rêya sîyasî, demokratîk û aştîyane de ye. Werin li gel hemû partîyên Kurdan li ser vê rêbazê pêvajoya hevditin û çareserîyê dest pê bikin'.

    Her wiha Daxuyanîya Çapemenîyê ya PAKê:

    Dewleta Tirkiyeyê di sîyaseta xwe ya binpê kirina azadîya ramanî û rêliber girtina xebata birêxistînî de berdewam e. Her roj bi dehan kes bi tawana ‘propagandaya rêxistina terorê' têne desteser kirin û girtin. Bi vê şêweyê Dewleta Tirkîyeyê dixwaze ew kesên ku mafên miletê Kurd diparêzin, ew kesên ku azadî û demokrasîyê diparêzin çav tirsandî bike, rê li ber wan bigire. Dewleta Tirkîyeyê bi heceta Rewşa Awarte û li dij derketina êrîşa Efrînê, li himberî rewşenbîr, nivîskar, hunermend û sîyasetvanan bi desteser kirin, girtin û cezayên hefs kirinê êrîşeke ku nayê qebûl kirin dest pê kirîye. Van êrîşan di warê azadîya ramanî û xebata rêxistinî de, destkeftîyên heyî jî ji holê radike. Aşkere ye ku Dewleta Tirkîyeyê bi van êrîşan ew destkeftîyên di warê azadîya ramanî û xebata rêxistinî de heyî jî ji holê radike. Lê dîroka Dewleta Tirkîyeyê bi dehan caran îspat kirîye ku, êrîş û qedexeyên bi vî rengî tu pirsgirêk çareser nekirine.

    Em bangî Dewleta Tirkiyeyê dikin da ku hevalê me Mehmet Ermîş û hemû girtîyên sîyasî serbest berde, dawî li Rewşa Awarte, li vî şerê heyî, li sîyaseta li dijî Kurdan bîne; dawî li van hemû desteserkirin, girtin û hefskirinan bîne. Ji bo bi rêyên aştîyane, demokaratîk û sîyasî hemû pirs û pirsgirêk bêne çareser kirin em bangî Dewleta Tirkîyeyê dikin ku gavên pêwîst bavêje. Em bi awayekî zelal dibêjin ku, desteserkirin û girtin û hefs kirin rêya çareserîya pirsgirêkan dixetimîne.

    Bi heman mijarî:

    PAK: 21ê Sibatê ji bo kurdên ku bi kurdî nizanin bila bibe destpêka fêrbûna zimanê kurdî
    Muslim: Li Suriyê berjewendiyên pak yên Rûsya û yên qirêj yên Amerîka li dijî hev in.
    Ji PAK û PDK-Bakur daxuyaniyên enfal û komkujiya Barzaniyan
    PAK: Rûxandina peykera Ehmedê Xanî nişana dijîtiya kurdan e
    PAK beşdarî kongreya Komalayî Şoreşgerî Zahmetkêşanî Kurdistana Îranê bû
    Etîketan:
    pak, serok, desteserkirin, binçavkirin, daxuyanî, Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelik, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de