05:48 22 Nîsan 2018
    ermen

    Li Tirkiyeyê cara ewil patrîkxaneyek ermenan hat naskirin

    © AFP 2018 / BULENT KILIC
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Xana Sanasaryan ji bo perwerdehiya zarokêm Ermenan hatibû avakirin lê heta niha nehatibû bikaranîn. Dadgeha bilind ya Tirkiyeyê biryara îadekirina tapuya Sanasaryanê da ku li Tirkiyeyê bû cara ewil derbarê Patrîkxaneyên Ermenan de biryarek wisa tê stendin. Bi vî awayî Patrîkxaneya Ermenên Tirkiyeyê ji aliyê hikmê qanûnê ve hat naskirin.

    Dadgeha bilind ya Tirkiyeyê biryara îadekirina tapuya Sanasaryanê da ku li Tirkiyeyê bû cara ewil derbarê Patrîkxaneyên Ermenan de biryarek wisa tê stendin. Bi vî awayî Ptrîkxaneya Ermenên Tirkiyeyê ji aliyê hikmê qanûnê ve jî  hat naskirin.
    Li gor nûçeya Agosê yek ji Xana dîrokî ya Stenbolê Sanasaryan ji bo zarokên Ermenan ku derfetên wan têrî xwendinê nedikirin hatibû avakirin. Her wiha dadgehê her çiqas Xana dîrokî di sala 2014an de bexşand Patrîkxaneya Ermenên Tirkiyeyê, piştî demekê tapûya wê ji aliyê dewletê ve paş de hatibû stendin. Lê Miduriyeta Giştî ya Weqfan jî Xana dîrokî ji bo 20 salan bi kire dabû.

    Patrîkxaneya Ermenên Tirkiyeyê dest ji têkoşînê berneda û bi rêya hiqûqê gihaştin encamê. Biryara doza ku li Dadgeha Aslîye ya 13em hatibû vekirin eşkere bû. Dadgehê da zanîn ku destdanîna ser Xana Sanasaryan ne li gor rêzikên hiqûqê ne û tapûya wê paş de vegerand Patrikxaneyê. Dadgeha bilind derbarê Weqfa Sanasaryan de jî bibîrxist ku hîn jî wek weqfa cemaate tê xuyakirin.

    Bi heman mijarî:

    Nivîskarê ermen: Îran dibe ku nêzikî PYDê bibe
    Milîtanên Ermen ên ku navenda polîsan bidestxist, hîn berxwe didin
    Parlamenterê ermen: ‘Şerê li bajarê kurdan komkujiya ermeniyan tîne bîra me'
    Etîketan:
    weqf, qanûn, maf, ermen, Dadgeha bilind, Agos, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de