16:23 18 Hezîran 2018
Erdogan - Ala Tirk û Ala Amerîkayê

Erdogan: Yên fermana seferberiyê ji wan re hatiye bila ji bo Efrînê amade bin, lê...

© REUTERS / Kevin Lamarque
Tirkiye
Lînkê kurt
0 06

Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan, li kongreya partiya xwe ya bajarê Mereşê li ser operasyona dijî Efrînê û qurbaniyên sivîl axivî.

Erdogan li dijî nûçeyên derbarê kuştina sivîlan di operasyona Efrînê de derket û bi taybet bertek ji Amerîkayê re nîşan da.

Erdogan ji Amerîkayê re got, "Di xwîna we de lêxistina sivîlan heye, li ba me nîne. We li Maliyê, Ruandayê, Korsîkayê û Libyayê bêrawestan ev kiriye."

‘JI SEFERBERIYÊ RE AMADE BIN, LÊ NIHA NE LAZIM E'

Serokomarê Tirkiyeyê derbarê seferberiya bo beşarbûna şerê Efrînê ya alîgirên AK Partiyê jî wiha axivî: "(Ji bo alîgirên partiyê yên dixwazin biçin Efrînê) Yên fermana seferê ji wan re hatiye bila amade bin, lê niha pêdivî pê nîne."

‘RIHA KU BÊ QUSANDIN GURTIR BIBE, LÊ BASKÊ ŞIKEŞTÎ PAŞVE NAYÊ'

Serokomarê Tirkiyeyê şerê li Efrînê wekî şerê li dijî terorê binav kir û piştgiriya Amerîkayê ya bo Hêzên Sûriya Demokratîk bi awayekî nuxamtî rexne kir:

"Tiştê ku bi rêya van rêxistinên terorê tê kirin, dişibe qusandina riha miletê me. Le belê dema em ketin tevgerê, em dê wan terorîstan bi temamî tune bikin û per û baskê wê hêza ku alîkariya wê dikin, bişkînin. Haya wan ji vê nîne. Dê riha ku bê qusandin gurtir bibe, lê baskê wan ê şikeştî paşve nayê."

Bi heman mijarî:

'Çapemeniya Spanyayê alîgirên rûsî wek milîtanên rêxistinê dan nasîn'
Kurdistanî li Hewlêr, Silemanî û Helebçeyê daketin kolanan
Fetwaya kuştina parlamenterekî tirkmen hat dayîn
Edalet Ebdullah: Tirkiye dixwaze kurd tim bindest bin
Konvoyeke din ku diçû Efrînê hat bombekirin
Saziyên sivîl ê Mehabadê bangî NY kirin: Êrişa Efrînê rawestînin
Etîketan:
Efrîn, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de