03:10 23 Nîsan 2018
    Efrîn operasyon

    Herêma Cindirês û Şerayê bi giranî tê bombekirin

    © REUTERS / Osman Orsal
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 02

    Li gor çavkaniyên herêmî, balafirên şer ên artêşa Tirkiyeyê herêma Cindirês û gundê Erebwêranê yê Şerayê bi giranî tê bombekirin û pevçûnên dijwar diqewimin.

    Li gor çavkaniyên herêmî, balafirên şer ên artêşa Tirkiyeyê herêma Cindirês û gundê Erebwêranê yê Şerayê bi giranî tê bombekirin û di navbera çekdarên girêdayî Tirkiyeyê û şervanên YPGê de şer û pevçûnên dijwar diqewimin.

    Li gor nûçeya malpera Rûdawê ku dispêre çavkaniyên herêmî, balafirên şer ên artêşa Tirkiyeyê navenda navçeya Cindirês û gundê Erebwêranê yê Şerayê bombebaran dikin û li gundê Hacîlka jî ji berê sibehê ve şerekî dijwar di navbera şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û leşkerên Artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê de diqewime.

    Heta niha derbarê zirar û ziyanên aborî û mirovî de ti agahî nehatine belavkirin, lê li gor îdîayan li wan navçe û gundên tên bombebarankirin sivîl dibin armanc û jiyana wan di xeterê de ye.

    Bi heman mijarî:

    Sibehê li tevahiya Herêma Kurdistanê ji bo Efrînê xwepêşandan tên lidarxistin
    Parlamenterê kurd yê Sûriyeyê: Tirkiye bi destûra NATOyê êrîşê Efrînê dike
    ‘Dibe ku Erdogan Efrînê ji Esad re bihêle û bêje ewlehiya sînor temam e'
    'Ji aliyê meşrûiyetê ve divê Sûriye Efrînê ji Tirkiyeyê biparêze'
    HRW: Li Efrînê bergirî nayên girtin, 26 sivîl hatine kuştin
    Etîketan:
    Operasyona Efrînê, Efrîn, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de