02:25 20 Nîsan 2018
    Recep Tayîp Erdogan

    ‘Karamollaoglu lîstika Erdogan xera dike'

    © Sputnik /
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 30

    Nivîskarê rojnameya Hurriyetê Ahmet Hakan di gotara xwe de ragihand ku Partiya Saadetê bi tevlînebûna tifaqa AKP-MHPê lîstika Erdogan xera kir.

    Nivîskarê rojnameya Hurriyetê Ahmet Hakan di gotara xwe ya bi navê ‘Partiya Saadetê lîstika Erdogan xera kir' de ragihand ku Partiya Saadetê bi tevlînebûna tifaqa AKP-MHPê lîstika Serokomar Recep Tayyip Erdogan xera kir.

    Ahmet Hakan di berdewamiya nivîsa xwe de got: "Serokomar Erdogan dixwaze hemû netewperest, mihefezekar û kevneperest di eniyekê de bicivin. Mezin biçûk hemû di nav de hemû di bine banekî de kom bibin û hilbijartin jî di nava yên netew û yên nenetew de çêbibe. Ji bo vê ji xeyrî MHPê dixwaze bi bi BBP û Partiya Saadetê re jî tifaqê bike."

    Hakan di dirêjiya gotara xwe de got: "Bi vê armancê bi Serokê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu re hevdîtinek pêk anî. Lê xuyaye niyeta Saadetê ku tifaqê bike tineye. Piştî hevdîtinê Karamollaoglu helwesta xwe ya li hemberî hikûmetê dijwartir kiriye. Dibe Abdullah bibe namzede Saadetê ez vê dibêjin û li cihekî binivîsin."

     

     

    Bi heman mijarî:

    ‘Dibe ku Erdogan Efrînê ji Esad re bihêle û bêje ewlehiya sînor temam e'
    Erdogan: Piştî ku me Efrîn dorpêç kir em dê bi stratejiyeke nû operasyonê bidomînin
    'Anketên qels Erdogan nêzî netewperestan kir'
    Pûtîn û Erdogan di meha nîsanê de temelê Akkuyu davînin
    ‘Hayê Erdogan û Yildirim ji ankêta ku Selvi eşkere kir tune ye'
    Erdogan bo hêzên çûne Efrînê: Bi topbaranê re neçar man vegeriyan
    Etîketan:
    Serokomarê Tirkiyeyê, Partiya Saadetê, Temel Karamollaoglu, Recep Tayyip Erdogan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de