01:03 21 Nîsan 2018
    Mevlut Çavuşoglu

    Çavuşoglu: Heger sozên ku dane bicih bînin, em amade ne bi Amerîkayê re li hev bikin

    © Foto : DHA/ EMRE BAYLAN
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu li ser hevdîtinên bi Amerîkayê re yên derbarê piştgiriya çekan a hêzên kurdî li Sûriyeyê axivî û got, “Amerîka hat û hin pêşniyar kirin. Divê vê derfetê gelekî baş binirxînin.”

    Çavuşoglu di axaftina xwe ya li bajarê Antalyayê ya li Zanîngeha Akdenîzê de li ser mijarê wiha axivî:

    "Em amade ne bi wan re (Amerîka) li hev bikin, lê heger sozên ku dane bicih werînin. Em ji bo başkirina pêwendiyan amade ne, lê heger durist bin. Neku hevkariyê bi terorîstan re bikin, divê bi welatekî wekî Tirkiyeyê pêbawer re bikevin hewla hevkariyê û dilsoz bin."

    ‘EM Ê TEVAHIYA SÛRIYEYÊ JI TERORÎSTAN PAQIJ BIKIN'

    Çavuşoglu derbarê operasyona dijî Efrînê de jî bal kişand ser ku dê operasyon berdewam be û wiha pê de çû: "Înşelah em ê li Minbicê jî dest pê bikin, em ê deverên mayî yên Sûriyeyê ji terorîstan paqij bikin. Lewra em nikarin li kêleka xwe bi terorîstan re bijîn. Îro nebe, dê sibe tehdîdeke din çêbibe."

    Bi heman mijarî:

    Şerê dezenformasyonê yê nû di medya rojavayî de: Gutaya Rojhilat
    'Amerîka ji bo bişîne Şamê milîtanan kom dike'
    Ji Merkel û Macron nameya Gutaya Rojhilat bo Pûtîn
    lraqê 4 jin û 27 zarokên rûsî yên pêwendiya wan bi DAIŞê re çêbûbû şandin welatê wan
    Pevçûn li bajarê Zurihê rûda: 2 kes mirin
    Etîketan:
    Sûriye, Amerîka, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de