16:37 18 Hezîran 2018
selahattin demirtaş

Wezîrê berê bersiv da nameya Ocalan a bo Demirtaş

© Sputnik / Alexey Kudenko
Tirkiye
Lînkê kurt
0 02

Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyeyê yê berê û parlamentarê bajarê Wanê Beşîr Atalay derbarê birina nameya Abdullah Ocalan ji Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş re de, daxuyanî da.

Atalay îdiayên ku Demirtaş li danişîna dadgehê de gotibû, wezîrê tirk nameya Ocalan jê re aniye ji bo di referandûma sala 2010an de dengê erê bidin, red kir.

'MIN NE NIVÎS NE JÎ NAME NEDAYE DEMIRTAŞ'

Beşîr Atalay di daxuyaniya nivîskî de wiha got: "Di van rojên dawî de, hinek nivîskar û şîrovekar, derbarê gotinên parastina Selahattîn Demirtaş ku li dadgehê gotibû, ‘wezîr bixwe ji îmraliyê nivîs ji min re anî' wekî birina nameya Îmraliyê bo Demirtaş şexsê min dixin tohmetê. Ev tohmet û îdia hemû nerast in. Min ti carî ne nivîs ne jî name nedaye Demirtaş. Li aliyê din, ne ez ne jî kesekî din ji hikûmeta me neçûye Îmraliyê û hevdîtin bi Îmraliyê re nekiriye. Ew kar ji aliyê saziyên dewleta me yên pêwendîdar ve hatin kirin."

Bi heman mijarî:

Civîna ji bo Rojhilatê Gutayê ya li KENY hat taloqkirin
Şerê dezenformasyonê yê nû di medya rojavayî de: Gutaya Rojhilat
'Amerîka ji bo bişîne Şamê milîtanan kom dike'
Ji Merkel û Macron nameya Gutaya Rojhilat bo Pûtîn
lraqê 4 jin û 27 zarokên rûsî yên pêwendiya wan bi DAIŞê re çêbûbû şandin welatê wan
Li Rûsyayê 'Roja Pasevanên Nîştimanî' tê pîrozkirin
Pûtînî spasiya leşkerên li Sûriyeyê peywir kirine kir
Etîketan:
Beşir Atalay, Demirtaş, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de