13:45 21 Hezîran 2018
Vladimîr Pûtîn û Recep Tayyip Erdogan

Pûtîn û Erdogan di meha nîsanê de temelê Akkuyu davînin

© AFP 2018 / Alexander Zemlianichenko
Tirkiye
Lînkê kurt
0 02

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di meha nîsanê de temelê santrala nûkleera enerjî ya Akkuyuya Mêrsînê davînin.

Tê pêşbînîkirin ku Pûtîn û Erdogan di hefteya pêşî ya meha nîsanê de li Tirkiyeyê hevdîtinekê li dar bixin. Herdu serok di civîna 7emîn Konseya Hevkariya Asta Bilind a Rûs û Tirk de wê serokatatiyê bikin.

Di civînê de herdu serok wê di warê siyasî û ekonomîk de biryarên girîng bistînin. Pûtîn û Erdogan di civînê de wê pêşweçûnên herêmê yên siyasî, projeyên çandin, ekonomî û pîşesaziya parastinî binirxînin. Piştî civînê herdu serok wê temelê Santrala Nûkleer ya Akkuyuyê bavînin.

Li gor nûçeya rojnameya Haberturkê, Pûtîn û Erdogan piştî avêtina temelê Akkuyuyê wê li Stenbolê ji bo nirxandina rewşa Sûriyeyê bicivin. Zîrweya pêşî ya Sûriyeyê di 22ê Mijdara 2017an de li Soçiyê hatibû kirin. Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî jî wê tevlî zîrweyê bibe.

Bi heman mijarî:

Pûtîn, Erdogan û Rûhanî li meha Nîsanê li Stenbolê dicivin
Pûtîn û Erdogan axivîn: Zîrweya Soçî ya duyemîn li Stenbolê tê lidarxistin
Erdogan bi Pûtîn re mijara Soçî û Idlibê axivî
‘Pûtîn û Erdogan mijarên sereke yên çareserkirina krîza Sûriyê diyar kirin’
Peskov: Pûtîn û Erdogan li Enqerayê dê rewşa Sûriyeyê biaxivin
Etîketan:
Serokomarê Tirkiyeyê, Serokê Dewleta Rûsyayê, Recep Tayyip Erdogan, Vladimîr Pûtîn, Rûsya, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de