19:54 24 Hezîran 2018
Efrîn operasyon

Ji TSKê daxuyaniya topbarana karwana ku diçû Efrînê

© REUTERS / Osman Orsal
Tirkiye
Lînkê kurt
0 11

Hêzên Çekdarên Tirkiyeyê (TSK) bi daxuyaniyekê li ser êrîş û topbarana karwana diçû Efrînê ragihand ku karwaneke ji 30-40 wesayîtan pêk dihat ji aliyê topxaneya artêşa Tirkiyeyê ve hatiye lêdan.

Li gor daxuyaniya TSKê, ew karwana diçû Efrînê çek û teqemenî dibirin Efrînê û hat gotin ku beriya bigihin Efrînê bi 15 kîlometreyan hatine topbarankirin.

Di daxuyaniya TSKyê ya ku li ser hesabê twitterê de hatiya weşandin de herwiha hat gotin ku wan karwana ku cebilxane û teqemenî dibir Efrînê kiriye armanc û ji bo windayên sivîl çênebin jî bi hesasî tevgeriyane.

Berevajî daxuyaniya TSKê jêderên herêmê ragihandin ku karwana wesayîtan a ku diçû Efrînê ji sivîlên li dijî operasyona artêşa Tirkiyeyê, piştgiriya Efrînê bikin pêk dihat û ji wan kuştî û birîndar di encama êrîşê de çêbûne.

Herwiha dîmenên sivîlên birîndar li ser torên medya civakî hatin belavkirin.

 

Bi heman mijarî:

Nebenzya: Milîtanan mizakereyên çareseriyê yên Gutaya Rojhilat têk dan
Pentagon: Haya me ji rêkeftina YPG û Şamê nîne, ew der herêmeke pir aloz e
Tirkiyê li ser biryara Hollandayê ya 'komkujiya ermenan' şermezarî da
Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê bersiva rayedarê îranî da: Iraq serbixwe ye
'Sivîlên ku diçûn piştgiriya Efrînê hatin topbarankirin'
Parlamentoya Hollandayê bûyerên sala 1915an wekî 'Komkujiya Ermenan' qebûl kir
Koalîsyon li xwe mikur hat: Di operasyonan de 841 sivîl mirin
Etîketan:
Sûriye, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de