05:13 23 Hezîran 2018
Li Amedê li dijî destdirêjiya zarokan xwepêşandan li dar xistin

Mezin bêdeng man, zarok rabun: Destê xwe ji ser bedena me vekişînin

© Sputnik / Sertaç Kayar
Tirkiye
Lînkê kurt
Sertaç Kayar
0 0 0

Li Amedê zarokên ku temenê wan di navbera 15 û 16an de ye li dijî îstîsmara li hemberî zarokan li ser medyaya civakî birêxistin bûn û daketin kolanê.

Li Amedê komek zarok ku temenê wan di navbera 15 û 16an deye li ser medyaya civakî li dijî îstîsmara zayendî ya li hemberî zarokan birêxistin bûn. Zarokan biryar da bu ku îro derkevin kolanê û çalakiyê li darxin. Piştî dibistanê li dijî îstîsmara li hemberî zarokan çalakî li darxistin. Li Amedê walitiyê demek dirêje ku li bajêr hemu çalakî qedexe kiribu. Her wiha zarok li kolana Ofisê dema polis li derdorê tune bun kombun û bi diruşme û dovîzên vekirin dest bi çalakiyêkirin. Di çalakiyê de zarokek axivî û diyarkir ku îstîsmara li hemberî zarokan her roj diçe zêde dibe û xwest ku li dijî îstîsmarê kes bêdeng nemîne.

Piştî daxuyaniyê polîs hatin û li ser daxuyaniyê bi xwendekarên zarok re axivîn û gotin ku li bajêr çalaki qedexe ye. Polîsan nasnameya hinek zarokan kontrol kir. Xwendevanên zarok armanca çalakiya xwe ji polîsan re gotin. Demek dirêj di navbera polis û zarokan de nîqaş çêbu. Piştre zarok ji qadê belav bun.

Bi heman mijarî:

Rojnameyên Amedê ji ber OHALê rûpelên xwe yên kurdî rawestandin
Parlamentera berê ya Batmanê şandin girtîgeha Amedê
Li Amedê teqîn: 2 zarok birîndar bûn
Gelê Amedê ji bo operasyona Efrînê û beşdarbûna cerdewanan çi dibêje?
Li Amedê polîsan bi ser weşanxaneya Aramê de girt: Derî bi balyozan hat şikandin
Etîketan:
zarok, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de