09:51 20 Nîsan 2018
    Anket

    Li gorî ankêta dawî ‘Îtîfaqa Cumhur' jî têrê nake

    © Foto : Arşiv
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 10

    Li gorî ankêta AKAMê Partiya Tevgera Netewperest (MHP) heke benda hilbijartinê derbas neke bi saya îtîfaqa hilbijartinê wê bikeve parlamentoyê lê AKP di parlamentoyê de piraniya parlamenteran winda dike. CHP dengên xwe diparêze, Partiya İYİ û HDP bendê derbas dikin û dikevin parlamentoyê.

    Recep Tayyip Erdogan
    © AP Photo / Burhan Ozbilici
    Navenda Lêkolînê ya Raya Giştî (AKAM) daneyên ankêta xwe ya dawî parve kir. Li gor ankêta serokê AKAMê Kemal Ozkiraz parve kir de MHP di bin bendê de dimîne, AKP di parlementoyê de piraniya parlamenteran winda dike, CHP dengên xwe diparêze, Partiya İYİ û HDP bendê derbas dikin û dikevin parlamentoyê.

    PARTIYA IYI Û HDP BENDA HILBIJARTINÊ DERBAS DIKIN

    Her wiha li gor ankêtê MHPya ku benda hilbijartinê derbas nake, bi saya ‘îtîfaqa cumhur' ya bi AKPê re dikeve meclîsê. Lê MHP bi çend parlamenteran wê bê temsîlkirin heta niha nehatiye eşkerekirin. Tê payin ku bi protokolek di navbera herdu partiyan de wê ev mijar bê çareserkirin.

    Li gor kesên bêbiryar 4 partî dikevin parlamentoyê. MHP di bin bendê de dimîne. Ankêta AKAMê da xuyakirin ku Partiya İYİ û HDP bendê derbas dikin, AKP di parlamentoya 600 parlamenterî de piraniyê winda dike. Li gor ankêtê rêjeya îtîfaqa cumhur ji %45.2 ye. Bi vî awayî hejmara parlamenterên îtîfaqê jî wek 290 tê xuyakirin. Hejmara parlamenterên dijî îtîfaqê jî 310 e.

    Bi heman mijarî:

    Parlamenterê almanî ji bo Erdogan û Demirtaş anket çêdike
    Li gorî Gezici Anket kîjan partî çiqas dengan hildide?
    Gezici Anket: ‘AKP têk diçe'
    Gelo Erdogan ji bo çi ji ankêtan ditirse?
    Etîketan:
    rêje, serokatî, anket, hilbijartin, AKAM, Kemal Ozkiraz, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de