07:49 24 Nîsan 2018
    Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Fikrî Işik

    ‘Tirkiye li Efrînê li dijî hêzên Esed wê bi ya xwe bike'

    © REUTERS / Tumay Berkin
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyeyê Fikri Işik derbarê îdiayên ku rêveriya Şamê û YPGê ji bo dijî operasyona Efrînê ya Tirkiyeyê li hevkirine axivî û got, "Heke Esed bi YPG/PYDê re têbikoşe eywallah. Na heke wê piştgiriyê bide wan wê demê jî Tirkiye wê bi ya xwe bike.

    Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyeyê Fikri Işik di serdana walîtiya Batmanê de derbarê mijarên di rojevê de hin agahî dan. Işik di axaftina xwe de derbarê şerê navxweyî yê Sûriyeyê de axivî û got: "Heke rejîma Esed aramî, hizur û aştiya gelê xwe bifikiriya mesele ji ewil de çarser dibû."

    Her wiha Işik axaftina xwe bi rexneyan berdewam kir û da zanîn ku di mijara şerê Sûriyeyê de Esad berpirsyare, "Esed li dijî xwestekên gel yên demokratik sekinî, ji tevlîheviya Sûriyê û ya herêmê bi tenê rejîma Esed û Esed bi xwe berpirsyar e. Niha jî radibin dibêjin emê Efrînê biparêzin, heke Esed bi YPG/PYDê re têbikoşe eywallah. Na heke wê piştgiriyê bide wan wê demê jî Tirkiye wê bi ya xwe bike."

    Bi heman mijarî:

    Çavuşoglu derbarê îdiayên lihevkirina YPG u Esad de axivî
    Serokomariya Tirkiyeyê li ser îdiaya ‘lihevkirina Esad û YPGê' daxuyaniyek da
    Îstixbarata Amerîkayê: Muxalefeta Sûriyê êdî ne xwedî wê hêza ku Esad bide erdê ye
    Wezîrê Îsraîlê: ‘Sûriye piştgiriya Îranê bike, wê Esad û Artêşa wî brînek mezin bistîne'
    Etîketan:
    ŞAM, Efrîn, YPG, PYD, Fikri Işik, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de