19:44 24 Hezîran 2018
Referandûm-hilbijartin-dengdan-deng

AKAM: HDP bendava hilbijartinê derbas dike, MHP di bin de dimîne

© Sputnik / Sertaç Kayar
Tirkiye
Lînkê kurt
0 10

Li gorî rapirsîna dawî ya ku Serokê Navenda Lêkolînên Raya Giştî yâ Ewrasyayê(AKAM) Kemal Ozkiraz parve kiriye; MHP di bin bendava hilbijartinan de dimîne, AKPê piraniya parlamanetoya Tirkiyeyê ji dest dide, CHP wek xwe dimîne, IYI partiya ku nû hatiye damezirandin 13% ji dengan distîne û HDP 12% ji dengan distîne.

Li gorî AKAMê, ji ber ku MHP hevpeymaniya "Îtîfaqa Cumhurê" li gel AKPê pêk tîne, li gel ku di bin bendavê de dimîne jî dê têkeve parlamentoya Tirkiyeyê. Lê ser meseleya bê çend parlamenterên MHPê dê werin temsîlkirin, girêdayî protokola navbera AKP û MHPê ye.

Li gorî nûçeya medyaya Tirkiyeyê, ji ber ku IYI Partî û HDP dê ji bendava hilbijartinê derbas bibe, AKP dê ji 600 kursiyên parlamentoyê, 275 kursiyan bi dest bixe û bi wî awayî piraniya kursiyan ji dest dide.

Li ser pirsyara ku AKP û MHP hevpeymanekê çêkirin, hûn ê dengê xwe bidin kîjan partiyê, 45.2 dibêje ku "dê dengê ji bo hevpeymanê bide."

Li gorî rêjeya 45.2yan, hevpeymaniya AKP û MHP 290 parlamenterî derdixin û bloka nayê jî 310an derdixin.

Herwiha li gorî wê rapirsînê, Serokkomarê Tirkiyeyê yê niha Recep Tayyip Erdogan û namzetê CHPê dimînin gera duyem a hilbijartina serokkomariyê. Herwiha Seroka Giştî ya IYI Partiyê Meral Akşener jî li ser sînorî ye.

Bi heman mijarî:

HSD: Di nava şerê çend rojên dawî de hezar û 776 milîtan hatin kuştin
Di navbera Tirkiyê û Herêma Kurdistanê de deriyekî din ê sînorî tê vekirin
Haaretz: Îsraîl li Sûriyeyê piştgiriya 7 grûbên çekdar dike
Etîketan:
CHP, IYI Partî, AKP, MHP, Meral Akşener, Recep Tayyip Erdogan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de