19:43 24 Hezîran 2018
Hêzên Sûriyeyê

Abdullah Agar: Grûba ku derbasî Efrînê bû ji taxa Şêxmeqsûdê hat

© AFP 2018 / George OURFALIAN
Tirkiye
Lînkê kurt
Abdulhakim Günaydın
Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (533)
0 02

Pisporê ewlehî û leşkerê berê Abdullah Agar li sînorê Tirkiye-Sûriyeyê rewşa dawî ya operasyonê û hêzên ku li Efrînê bicihbûne ji ajansa Spûtnîk Kurdistanê re şîrove kir.

Pisporê ewlehî û leşkerên berê Abdullah Agar li sînorê Tirkiye-Sûriyeyê rewşa dawî ya operasyonê û hêzên ku li Efrînê bicihbûne ji ajansa Spûtnîk Kurdistanê re şîrove kir. Li gor Abdullah Agar, grûbên ku li Efrînê bi cih bûne hetanî rêvebiriya Esad derheqê van grûban de daxuyaniyê nede em nikarin bêjin ev girêdayî rejimê ne û ez nizanim bê çima ev hevoka ‘hêzên girêdayî Esad' tê bikaranîn."

‘HETA NIHA HIKÛMETA SÛRIYEYÊ DAXUYANIYEK DERHEQÊ VÊ HÊZÊ DE NE DAYE'

Leşkerê berê û analîstê leşkerî Abdullah Agar got: "Heta niha ji rejima Esad daxuyaniyeke ku ev hêz girêdayî wî ne nehatiye dayîn. Tenê îdîayek heye. Li sehayê nêzîkî 160 grûbên nusayrî yên girêdayî rejimê hene. Dibe PKK bi grûbekê re li hev kiribe. Dibe çend tiştên din jî hatibin kirin, lê di vir de davikek heye. Yanî heta rejima Esad daxuyanî nede û nebêje ev hêzên min in em nikarin tiştekî bêjin. Ez nizanim bê çima em van hevokan bikar tînin. PKK li Sûriyeyê bi saya şerê mezhebî û etnîkî gihîşte vê astê. PKK û hêzên pişt wê dixwazin Tirkiye-Sûriye, Tirkiye-Îran û Tirkiye-Iraqê ji hêla mezhebî û etnîkî ve bîne beramberî hev. Ev şer wê herêmê bîxe gola xwînê û dema ku me hevokên xwe bikar anîn divê em baldar bin."

‘BI TEMAMÎ DERDERA 15-20 WESAYÎT ÇÛN'

Analîst Abdullah Agar di berdewamiya axaftina xwe de got: "Hêza li wir remz û sembolên şîe û nusayriyan bikar tînin, lê em nikarin bêjin şîiyan temsîl dikin. Ji bo hêzên ku çûne Efrînê gelek reqemên cûda têne gotin. Hinek dibêjin 500 yên ku reqemên cuda dikin. Bi temamî 15-20 wesayît çûn û eger em bi her wesayîtekê re 5 kesan bihesibînin ev jî dora sed kesî dike. Yên ku reqemên cuda didin dibê qey ew xistine îştîmayê û jimartine. Ev grûb ji derdora kes kesî pêk tê û bi wan re jî çekên sivik ên wekî doçka û balafirşêk hene. Ev dahî nîşan dide ku ne hêzeke nîzamî, hêzeke ji paramîlîter pêk tê."

‘GRÛBA KU DERBASÎ EFRÎNÊ BÛ JI TAXA ŞÊXMEQSÛDÊ HAT'

Abdullah Agar di dirêjiya axaftina xwe de ji bo rûbirûbûna vê hêzê bi artêşa Tirkiyeyê re got: "Niha ez vê bêjim, ji bo Tirkiyeyê ya herî girîng hêza ku li hemberî wê çekan bikar tîne ye. Yê ku li hemberî Tirkiyeyê çekan bikarbîne helbet artêşa me jî wê bersiva wê bide. Niha tiştekî wiha heye, em nikarin li gor çîrokên sehayê kar û xebatê bidin meşandin. Ji bo vê hêzê dibêjin hêzên girêdayî rejimê, supayê pasdar ên Îranê, Tuxayên Zeynebiyyun û Fatimuyyun, milîsên Hizbullah, hêzên nusayrî, Şebîha û hêzên girêdayî tuxayê Qudsê. Temam da ji van kîjan rast e? Her kes li gor tiştekî dibêje. Li gor agahiyên min grûbeke ku bi PKKê re têkiliyên wê xweş bûn e. Ev grûb ji taxa Şêxmeqsûd a Helebê hatiye. Şêxmeqsûd di destê kî de bû? Ma ne di destê PKKê de bû. Ev grûb jî ji wir hatiye. Îhtîmala PKKeyiyên ku qilif guherandibin jî. Ev jî listika PKKê û dixwaze şerekî navberê umetê derxîne. Yanî di vî şerî de herî zêde wî kî zirarê bibîne, dîsa kurd wê zirara mezin bibînin."

‘YÊN KU DIBÊJIN OPERASYON HÊDÎ DIMEŞE BILA KEREM BIKIN EM WAN JÎ BIBÎNIN'

Pisporê ewlehî Agar di dawiya axaftina xwe de ji bo îdîaya ku operasyon pir hêdî dimeşe got: "Operasyon ji hêla fêde û maliyetê ve pir bi erênî derbas dibe. Yên ku dibêjin operasyon hêdî dimeşe bila werin ew bi xwe bikin. Bi rastî ez gelekî dixwazim ew hêzên ku dibêjin em artêşa operasyona ya mezin û bihêzin werin wir. Ji bo ku li vir piştî Şerê Cihanê yê Duyemîn tehkîmateke ku nehatiye dîtin heye. Amadehiyeke mezin hatiye kirin, hemû çiya hatine kolandin, mayîn hatine çandin û di destê wan de çekên konvansiyonel û sofîstîke hene. 12 hezar û 500 endamên PKKê hene li wir. Heta niha ji sedî 15ê wan hatine kuştin. Yên ku vê operasyonê biçûk dikin bila werin xwe biceribînin. Yên ku îdîa dikin bila kerem bikin werin sehayê."

Mijar:
Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (533)

Bi heman mijarî:

Hevserokê PYDê Şahoz Hesen: Tirkiye dixwaze Kurdan bi temamî ji Efrînê derbixe
Avakarê Partiya Na: Operasyona li ser Efrînê întixara siyasî ye
Li hemberî Malên Gel operasyona Efrînê: Aktaş jî di nav de gelek hatin binçavkirin
Ji bo Efrînê banga civîna lezgîn li NATOyê hat kirin
YPG: Hêzên artêşa Sûriyeyê şûnde venekişayane, komeke din hat Efrînê
Etîketan:
Operasyona Efrînê, Abdullah Agar, Sûriye, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de