04:16 20 Nîsan 2018
    Suriye hükümeti yanında savaşan güçler- Afrin

    Wezîrê derve yê Tirkiyeyê derbarê hêza ku çûn Efrînê de daxuyanî da

    © AFP 2018 / George OURFALIAN
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 02

    Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu ragihand ku derfet nedin hêzên ku ji bo parastina YPGê çûn Efrînê û "bila endîşeya ti kesî di mijara yekîtiya axa Sûriyeyê çênebe."

    Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu bi hevkarê xwe yê Cezayîrê Abdulkadîr Mesahîl re hevdîtin pêk anî û piştî hevdîtinê civîna çapameniyê li dar xistin.

    Çavuşoglu destnîşan kir ku armanca operasyona Efrînê YPG, PKK û DAIŞê e û got: "Em li dijî ti kesên ku têkoşîna terorîzmê dikin dernakevin, lê em derfetê nadin ew kesên ji bo parastina YPGê û PKKê çûn wir."

    Mevlut Çavuşoglu bibîr xist ku duyemîn Lûtkeya Soçiyê ku serokên rûsî, Îran û Tirkiyeyê jî beşdar dibin li Tirkiyeyê were lidarxistin û wiha pê de çû:

    "Gelek nûçe di derbarê gelo hêzên nêzî rejima Sûriyeyê werin vir derdikevin. Em li dijî ti kesên ku têkoşîna terorîzmê dikin dernakevin, lê em ê derfet nedin kesin ku ji bo parastina YPG ê PKKê çûn Efrînê. Bila endîşeya ti kesî di mijara yekîtiya axa Sûriyeyê de tine be."

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    Kremlin: Welatên piştgiriya terorîstan kir, berpirsyarên rewşa li Gutayê ne
    Li Kerkûkê êrîşî Heşda Şeibî kirin
    Îran: Heta demek nêzîk balafirxaneyên Kurdistanê vedibin
    Ehmedînejad bangî Xemaney kir: Bila girtî bêne berdan û hilbijartin serbest werin kirin
    Etîketan:
    PKK, YPG, Mevlut Çavuşoglu, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de