16:24 18 Hezîran 2018
Orhan Pamuk

Orhan Pamuk: Yê ku me nêzî hev bike ne tirsa girtîgehan e, aştî ye û fikrên azad e."

© AP Photo / Lionel Cironneau
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Nivîskarê xwedî xelata Nobelê Orhan Pamuk, debarê cezayên rojnamevanan Ahmet Altan, Mehmet Altan û Nazli Ilıcakê de axivî. Pamuk bertek nîşanî cezayên muebbetê da û got, "Cezayek bêwîjdanî ye. Divê hikûmet dest ji cezakirinê û desteserkirinan berde û divê carekdin li ser vê biryarê bifikir e."

Doza birayên hev Ahmet Altan, Mehmet Altan û Nazli Ilıcak jî di nav de bi hinceta ku ‘Makezagon Binpekirine' destpê kiribû û ji bo 6 gumanbaran cezayê muebbetê hatibû dayin. Her wiha nivîskarê xwedî xelata Nobelê Orhan Pamuk derbarê cezayên hersê rojnamevanan de ji T24ê re axivî û bertek nîşanî cezayê muebbetê da. Pamuk wiha axivî: "Cezayên ku hatine dayin bêwîjdanî ye, neheqiye û bêedaletî ye. Yê ku me bi hev girê bide ne tirsa girtîgehan û gefan e, aştî ye fikren azad e."

Orhan Pamuk axaftina xwe wiha domand: "Yên rastî neheqiyan tên tenê ne nivîskarên ku ev 40 salin tên xwendin e, bi van kiryarên bêpîvan edaleta civakê, bawerî, demokrasî jî zirarek mezin distîn e. Windakirina van hîssên sereke ji bo pêşeroja miletekî xetere ye. Divê hikûmet dest ji cezakirinê û desteserkirinan berde û divê carekdin li ser vê biryarê bifikir e."

Bi heman mijarî:

Orhan Pamuk: Ji bîranînên rewşenbîr û rojnamavanan pirtûkxaneyek ava dibe
Orhan Pamuk li Moskowê xelata xwe ya Yasnaya Polyanayê wergirt
Orhan Pamuk ji bo xelatgirtinê diçe Rûsyayê
Etîketan:
Ilicak, altan, Desteserkirin, cezakirin, girtîgeh, Orhan Pamuk, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de