05:12 23 Hezîran 2018
Rojname-rojnamegerî

Rojnameyên Amedê ji ber OHALê rûpelên xwe yên kurdî rawestandin

© Sputnik / Руслан Кривобок
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Hate ragihandin ku li Amedê 3 rojnameyên herêmî Tigris, Diyarbakır Ozgur Haber û Guneydogu Guncel ji ber şert û mercên rewşa awarte (OHAL) rûpelên xwe yên bi kurdî bo rawestandin.

Rojnameyên ku ligel tirkî 2 rûpel bi kurdî weşan dikirin ji niha û pêve dê tenê bi tirkî weşanê bikin. Gerînendeyên rojnameyan diyar kirin ku piştî OHAL rabe, ew dê dîsa ligel tirkî dest bi weşana kurdî bikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku herî dawî 19ê Rêbendana 2018an Tirkiyeyê Rewşa Awarte (OHAL) bo cara 6emîn 3 mehên din dirêj kiribû.

Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA), demek berê ragihandibû ku di meha Rêbendanê de 17 rojnameger hatine binçavkirin û 7 rojnameger jî hatine girtin. Her wiha ÎRA, ji saziyên çapemeniyê xwestibû ku li dijî polîtîkayên hikûmetê li gorî rêgezên rojnamegeriyê tev bigerin.

Bi heman mijarî:

Kurdekî Silêmaniyê ferhenga bijîşkî ya Kurdî amade kir
PAK: 21ê Sibatê ji bo kurdên ku bi kurdî nizanin bila bibe destpêka fêrbûna zimanê kurdî
Fîlmekî kurdî beşdarî festîvaleke navdewletî dibe
Partiya Sosyalîst a Kurdistanê, “Divê Kurdî li Kurdistanê bibe zimanê fermî”
Îranê jî dest bi qedexeya kurdî kir
Etîketan:
Rewşa awarte, Ohal, Zimanê kurdî, Weşana kurdî, Rojnameyên ku bi kurdî weşanê dikin, Rojname, Amed
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de