19:31 20 Nîsan 2018
    Deriyê sînor ê Kurdistanê

    Di navbera Tirkiyê û Herêma Kurdistanê de deriyekî din ê sînorî tê vekirin

    © REUTERS / Azad Lashkari
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hate ragihandin Wezareta Gumrik û Bazirganiyê ji bo ku li navçeya Qilaban a Şirnexê û navbera Herêma Kurdistanê deriyekî sînorî were vekirin pêşnûmayek amade kir û pêşkêşî Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan kir.

    Li gorî medya tirkî Wezareta Gumrik û Bazirganiyê ya Tirkiyeyê ji bo ku li navçeya Qilaban a Şirnexê û navbera Herêma Kurdistanê deriyekî sînorî were vekirin pêşnûmayek amade kir û pêşkêşî Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim kir. Bi pêşnûmayê tê plankirin ku rê li bazirganiya kaçax bê girtin.

    'EM DIXWAZIN WELATÎ BI AWAYEKÎ KONTROLKIRÎ BAZIRGANIYA SÎNORÎ BIKIN'

    Wezîrê Gumrik û Bazirganiyê yê Tirkiyeyê Bulent Tufenkçi li ser mijarê got, "Em dixwazin welatiyên li wir bi awayekî kontrolkirî baziraniyê bikin. Bi vî awayî em dê bergiriya qaçaxê bikin. Daxwazeke bi vî şeklî ya welatiyên Şirnexî jî heye. Em bi erênî nêzî vê dawazê dibin."

    ‘DÊ BACA GUMRIKÊ JÎ NEYÊ STENDIN'

    Wezîr Tufenkçi wisa berdewam kir, "Niha bazirganiya sînorî hindek alî dikin. Em dixwazin bazirganên herêmê bike. Niha heta asteke destûr hatiye dayîn. Em dixwazin bo berhemên din jî destûr bê dayîn. Ji bilî şekir, çay, cixare û petrole tiştên din jî bînin û bifiroşin. Bo nimûne em dixwazin deterjana xwe li qemyonê bar bikin û werine Enqereyê, Stenbolê, li wir bê firotin. Dê baca gumrikê jî neyê stendin. Bo nimûnê li Guricstanê heywan erzanin lê me qedexe kiriye, em diçin ji Brezilyayê tînin. Bila welatî biçin ji wir bikirin."

    Bi heman mijarî:

    Deriyê sînor ji bo 4 rojan vedibe
    Îranê deriyê sînor ê Herêma Kurdistanê vekir
    Deriyê sînor piştî 5 salan dîsa vebû
    Şêwirmendê Barzanî radestkirina deriyê sînor derewand
    Herêma Kurdistanê: Îddiaya dewrkirina deriyê sînor red kir.
    Etîketan:
    Bazirganiya Sînorî, Bazirganî, Deriyê Sînor, Bulent Tufenkçi, Şirnex, Iraq, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de