19:34 24 Hezîran 2018
Hanifi Turan, Zinet Dinçer û Rojbin Bukun (civîneke çapemeniyê ya PAK)

PAK: 21ê Sibatê ji bo kurdên ku bi kurdî nizanin bila bibe destpêka fêrbûna zimanê kurdî

© Foto: PAK Navend via FB
Tirkiye
Lînkê kurt
0 10

Îro di cîhanê de roja zimanê zikmakî ye, bi vê mebestê Partiya Azadiya Kurdistanê jî daxuyaniyek parve kir. PAK: Bila îro ji bo kurdên ku bi kurdî nizanin bibe destpêka fêrbûna zimanê kurdî.

Partiya Azadiya Kurdistanê di daxuyaniya xwe ya ji bo 21ê Sibatê de bale dikişîne ser ku heya îro ru ziman bi qasê kurdî tûşê neheqiyan nehatiye. PAK "Bi taybetî jî li Bakurê Kurdistanê û li Tirkîyeyê, zimanê kurdî(kurmancî û zazakî) eve 95 sale di Qanûna Bingehîn û di hemû Qanûnên Tirkîyeyê de qedexe ye. Heta demeke nêz jî zimanê kurdî tune hatibû hesibandin. Hîna jî zimanê kurdî ne zimanekî fermî ye. Hîna jî perwerdeya bi zimanê kurdî nehatîye qebûl kirin."

Partiya Azadiya Kurdistanê di berdewamiya axaftina xwe de ji bo xwedîlêderketina zimanê kurdî vê dazwaziyê dike: Divê hemû Kurdên welatperwer di vê derbarê de, bernameyên taybet pêk bînin. Divê zimanê kurdî di jiyana rojane de bibe zimanê me yê esasî. Divê em fêrbûn û axaftina zimanê kurdî wek prensîbeke esasî di jiyanê de pêk bînin.

Partî herwiha balê dikişine ser berpirsariya saziyên navneteweyî û ji wan dixwaze kul i zimanê kurdî xwedî derên. "Em bangî UNESCOyê jî dikin, divê UNESCO li gorî biryara xwe û li gorî naveroka vê rojê tevbigere û gavên pêwîst bavêje da ku Dewleta Tirkîyeyê perwerdeya bi zimanê Kurdî qebûl bike.
Di roja 21 ê Sibatê de û her roj her Kurd divê bi zimanê dayika xwe biaxivin.
Ziman heykelê esasî yê miletekî ye; zimanê me hebûna me ye.
21ê Sibatê ji bo Kurdên ku bi Kurdî nizanin bila bibe destpêka fêrbûna zimanê Kurdî.
Roja zimanê zikmakî pîroz be."

Bi heman mijarî:

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê, “Divê Kurdî li Kurdistanê bibe zimanê fermî”
Iraqê zimanê kurdî ji ser karta alîkariyê rakir
Kurdî li saziyeke mezin a ewropî bû zimanê fermî
Kitêbeke fransî ya li ser zimanê kurdî ji bo farisî hat wergerandin
Almanyayê perwerdehiya zimanê Tirkî rawestand
Etîketan:
Kurdî, 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de