19:42 24 Hezîran 2018
Panela bi navê 'Ziman û jiyan'ê hat lidarxistin

Zimanzan Geyik: Li hin deveran kurd nivzimanî mane

© Sputnik / Sertaç Kayar
Tirkiye
Lînkê kurt
Sertaç Kayar
0 10

Zimanzan Resûl Geyîk di panela ‘Ziman û Jiyan'ê de got, "Li hin deveran Kurd nivzimanî mane. Bandora mezin ya li ser nîvzimanbûyînê jî pişaftin e." Parlamenterê HDPê yê Sêrtê û zimanzan Kadri Yildirim jî ev tişt gotin: "Divê em zimanê xwe ji dewlet û feraseta qedexekar nexwazin. Azadiya zimanê kurdî bi yekîtiya neteweyî ya kurd ve girêdayî ye."

Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) bi minasebeta 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê yê Cîhanê, bi sernavê ‘Ziman û Jiyan'ê panel li dar xist. Gelek nivîskar, mamoste û xwendekarên zimanê kurdî, nûnerên saziyên civakî yên sivîl beşdarî panelê bûn. Di panelê de parlamenterê HDPê yê Sêrtê û zimanzan Kadri Yildirim, Hevserokê PENa Kurd Osman Ozçelik û zimanzan û akademîsyen Resul Geyik wekî axêver cih girtin. Panelê bi axaftina moderator Fatma Budak Guler dest pê kir û Gulerê diyar kir ku ziman amûreke ragihandiyê ye û got: "Yekzimanî li dijî xwezaya mirov e. Ziman nîşaneya nasnametiyê ye."

OZÇELİK: 4 HEZAR ZIMAN TUNE BÛNE

Piştre Hevserokê PENa Kurd Osman Ozçelik axivî û got, ji ber ku zimanê kurdî û gelek zimanên din li ber xetereyê ne û ew di 21ê Sibatê de her salê roja zimanên zikmakî yên cîhanê pîroz dikin. Ozçelik da zanîn ku di dîroka civakan de ziman hêmaneke herî girîng e û axaftina xwe wiha domand: "Heke ku zimanê civakekê were qedexekirin, raman, çand û baweriya wê civakê jî tê qedexekirin. Ev yek tê wateya tunekirina ramanê. Ziman di rojekê de peyda nabe. Li ser rûyê erdê 10 hezar ziman hene. Ji van zimanan 4 hezar ziman tune bûne. Niha 6 hezar ziman li ser rûyê erdê hene. Heke ku ziman neyê axaftin, nebe zimanê perwerdehî û danûstandinê dê were jibîrkirin. Perwerdehiya zimanê zikmakî jêneveger e."

GEYIK: KURD NÎVZIMANÎ MANE

Zimanzan Resul Geyik jî li ser mijara "Zimanê dayikê û perwerdehî"yê axivî. Geyik destnîşan kir ku pirsgirêka qedexeyê ya li ser ziman û perwerdehiya zimanê dayikê pirsgirêkeke bingehîn ya civakan e. Geyik û wiha axivî: "Zimanê me zimanekî dewlemend e. Em wek civaka kurd ji perwerdehî û gelek hêmanên ziman mehrûm mane. Em kurd nîvzimanî mane. Bandora mezin ya li ser nîvzimanbûyîna me jî pişaftin e. Perwerdehiya li dibistan û zanîngehan tê dayîn têrê nake. Divê mirov taybetmendî û girîngiya zimanê xwe ji bîr neke. Divê materyalên zimanê kurdî li gorî ergatîf û zayendî werin amadekirin."

YILDIRIM: AZADIYA ZIMANÊ KURDİ BI YEKÎTIYÊ VE GIRÊDAYÎ YE

Parlamenterê HDP'ê yê Sêrtê û zimanzan Kadrî Yildirim jî li ser mijara "Astengiyên li ser zimên" axivî. Yildirim di axaftina xwe de bal kişand ser bêstatubûna fermî ya zimanê kurdî û ev tişt gotin: "Ji ber statûteyeke fermî ya gelê kurd tune ye, kes mohra fermiyetê jî li zimanê kurdî naxe. Zanîngehên kurdî ku hatin vekirin jî ji bo me bû tecrûbeyek, ka çi zextan li ser zimanê me dikin. Hikûmetê ji bo polîtîkayên xwe zanîngehên kurdî vekirin û zimanê me ji bo cimaetên xwe di nav hev de parve kirin. Ji bo xwedîderketina zimên, em siyaseta kurd jî bi awayekî qels li zimanê xwe derdikevin. Hêj em di nav siyaseta partiya me de nikarin komîsyoneke zimên û çandê ava bikin. Divê em zimanê xwe ji dewlet û feraseta qedexekar nexwazin. Divê em ji wan hêviya azadkirina zimanê xwe nekin. Azadiya zimanê kurdî bi yekîtiya neteweyî ya kurd ve girêdayî ye."

Bi heman mijarî:

Wezareta Perwerdehiyê ji bo mamostetiya kurdî 3 kontenjan veqetand
Parlamentarê Libnanî bo Efrînê: Kompleksa Tirkiyê pirsa kurdî ye, lê ereb çima li wir in?
Muzîka kurdî bû sedema mohrkirina çayxaneyê
Îran: Amerîka di rêya hinek rêxistinên kurdî de hewl dide Sûriyeyê perçe bike
Partiyên kurdî yên Îranê navendeke hevbeş ava dikin
Pirsa kurdî... îhtimala şerê du dewletan heye
Partiyên kurdî yên li Kurdistana Îranê nêzî hev dibin
Etîketan:
nîvziman, panel, kurdî, Hevserokê PENa Kurdî, Parlamenterê HDPê yê Sêrtê, Resul Geyik, Osman Ozçelik, Kadri Yildirim, Amed
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de