04:06 20 Nîsan 2018
    Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan

    Erdogan bo hêzên çûne Efrînê: Bi topbaranê re neçar man vegeriyan

    © REUTERS / Umit Bektas
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 07

    Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan derbarê derbasbûna hêzên girêdayî hikûmeta Sûriyê yên ji bo piştgiriya hêzên kurdî derbasî Efrînê bûne daxuyanî da.

    Serokomarê tirk di civîna hevbeş a digel Serokomarê Makedonyayê Gjorge Ivanov de ku li Qesra Serokomariya Tirkiyê pêk hat li ser pirsa rojnamevanan derbarê rewşa dawî ya Efrînê de axivî.

    Erdogan li ser pirsa derbasbûna hêzên nêzîkî artêşa Sûriyeyê bo Efrînê got, "Ew dosye niha hatiye girtin. Bi agirê topan re neçar man vegerin."

    'PIŞTÎ TOPBARANÊ NEÇAR MAN VEGERIN'

    Erdogan wiha axivî: "Îro li saetên berêvarê tevgera hêzên milîsên şîe bi pîkabên xwe ber bi Efrînê ve hatiye tesbîtkirin. Lê paşê piştî topbaranê neçar man vegerin û ew dosye jî niha bi awayekî hatiye girtin."

    'ME BI PÛTÎN Û RÛHANÎ RE LI HEV KIRIYE'

    Erdogan di berdewamê de jî bal kişand ser hevdîtina xwe ya bi Pûtîn û Rûhanî re ya derbarê mijarê de û got, "Doh çi bi birêz Pûtîn re çi bi Rûhanî re di hevdîtinên me de, li ser vê mijarê lihevkirina me heye. Mixabin carna rêxistinên bi vî cureyî bi serê xwe hinek biryarên şaş distînin û gavan davêjin. Helbet nabe em derfetê bidin wan. Dê bedelê wê jî pir giran bidin."

     

    Bi heman mijarî:

    Piraniya ewropayiyan Rûsyayê wekî perçeyekî Ewropayê nabîne
    Li Rûsyayê ji bo balyozxaneya Tirkiyeyê pakêteke biguman hat şandin
    Lîsteya partiyên Kurdistanê yên beşdarî hilbijartinên Iraqê dibin, eşkere bû
    YPGê derbarê derbasbûna Artêşa Sûriyeyê bo Efrînê de daxuyaniyek da
    Rûsya: Leşkerên rûsî di nav kesên ku li Sûriyeyê hatin kuştin de tine ye
    Etîketan:
    Efrîn, Tirkiye, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de